HBDH: Em komkujiyan ji bîr nakin

Tevgera Şoreşa Yekbûyî ya Gelan (HBDH) komkujiya Meraş, Roboskê û 19'ê Kanûnê ya zindanê bi bîr anî.

HBDH'ê bi daxuyaniyeke niviskî kesên ku di komkujiya Meraşê, Roboskî û komkujiya zindanê de hatin kuştin bi bîr anî û got, ê komkuj, qirker, ''dewleta TC'ê ye''.

HBDH'yê got, ''Hema hema her roja kedkar, Elewî, Kurd û jinan bi komkujî, tundî û zordariyê ye, çawa ku sedema komkujiyan yek be, sedemên rizgariyê û têkoşînê jî yek e.''

Di daxuyaniyê de hate gotin li welatekî wiha ku karkerî, kedkarî, jinbûn, Elewî û Kurdan sûc tê dîtin, her Kurd terorîst tê dîtin, ''mirov nikare ji dewleta hêviya azadiyê û dadmendiyê bike'' û diyar kir komkujiyên Meraş, Roboskî û 19'ê Kanûnê ya zindana nayê jibîrkirin.

HBDH'ê diyar kir li gel ku gelek dem di ser re derbas bûye jî hê berpirsên komkujiyê nehatine darizandin.

HBDH'ê got yên ku di navbeyna gelena, kedkaran de dijminatiyê dikin, ne mirovên aqilavêtî ne û domand , ''Dewleta TC'ê ya komkuj û qirker e. A ku di navbeyna gelan, baweriyan, zimanan de cihêkariyê dike, nîjatperestiyê dike, sûcdarê herî mezin dewleta TC'ê ye.''

HBDH'yê got, ''Hema hema her roja kedkar, Elewî, Kurd û jinan bi komkujî, tundî û zordariyê ye, çawa ku sedema komkujiyan yek be, sedemên rizgariyê û têkoşînê jî yek e.

An em ê bi hev re ber bi azadiyê, dadmeniyê, wekheviyê ve bimeşin an jî her roj di bin pençeyê mirin û hejariyê de wê dilopên xwînê her roj zêdetir bibin.''