HBDH'ê li Stenbol û Îzmîrê çalakî pêk anî

Milîsên HBDH'ê li dijî komploya 15'ê Sibatê li Stenbol û Îzmîrê çalakî pêk anîn. HBDP'ê diyar kir ku wê rojekê nehêlin ku hesabê wê nehatiye pirsîn.

Bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) daxuyaniyek hate weşandin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Hêzên me li gelek nuqteyên Tirkiyeyê çalakî kirin. Çalakî li dijî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û êrişên tinekirinê yên li dijî gelan tên kirin, pêk hatin. Hêzên me li dijî komploya navneteweyî û polîtîkaya tecrîdê, bi çalakiyên xwe careke din nîşanî hêzên faşîst û hevkar dan ku nikarin ji berxwedana gelan birevin."

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku eger êriş li dijî gelê Kurd û destketiyên wan tê kirin, eger komkujî li Kurdistanê li ser gelan tê frzkirin, hingî dijminên gel, kujer û hevkar wê nikaribin li Enqere, Stenbol, Îzmîrê bi dilrehetî razên.

ÇALAKÎ

HBDH'ê li ser çalakiyan ev agahî dan:

"10'ê Sibatê Yekîneyên me yên Tolhildanê yên Nûrhak Cem li Okmeydani ya Stenbolê 4 wesayitên hevkarên faşîst şewitandin.

11'ê Sibatê Yekîneyên me yên Tolhildanê yên Tîrêj Alîşêr li Nûrtepe ya Stenbolê xisar dan 2 wesayitên AKP'iyan.

11'ê Sibatê Yekîneyên me yên Tolhildanê yên Ûlaş Bardakçi li herêmên cuda yên navçeyên Konak û Menemen ên Îzmîrê 3 wesayit, pîkapek, nîvotobusek hevkarên AKP'ê yên faşîst şewitandin.

11'ê Sibatê Yekîneyên me yên Tolhildanê yên Sînan Ateş li Esenyûrt a Stenbolê wesayiteke emniyetê ya hêzên polîsên kujer îmha kirin.

12'ê Sibatê Yekîneyên me yên Tolhildanê yên Roza Rênas li Esenyûrt a Stenbolê 2 mînîbusên bi tîpa jûmbo yên Weqfa Ensarê ya tecawizkar a AKP'ê ya faşîst îmha kirin."

'EM Ê ROJEKE KU HESABÊ WÊ NEHATIYE PIRSÎN NEHÊLIN'

Di daxuyaniya Milîsên HBDH'ê de hişyarî hate dayin û hate gotin, "Em ê AKP a faşîst dagirker û hevkarên wê dorpêç bikin. AKP û hevkarên wê bila zanibin ku bi navê Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan em ê rojekê ku hesabê wê nehatiye pirsîn nehêlin. Zilma ku we li gelan kirine wê ji we re nemîne."