HBDH’ê li Mêrsînê li dijî polîsan çalakiya sabotajê kirin

Milîstên Tolhildanê yên Tevgera Şoreşgerî ya Yekbûyî ya Gelan (HBDH) di dawiya meha Mijdarê de  li dijî mînîbûsa polîtên hêzên çewîk li nav li Tarsûs a Mêrsînê çalakiyeke ya sabotajê kirin. Di vê çalakiyê de polîsek hatiye kuştin, 4 jî birîndar bûne.

Milîsên Tolhildanê ya HBDH’ê ya daxuyaniyek da ragihand ku çalakiya sabotajê ya li dijî polîsan ji bo li dijî yên bi awayekî sîstematîk êşkenceyê li girtiyên jin ên li girtîgehan dikin, kirine.

HBDH’ê ev got: “Sala 43’an a PKK’ê ya hêza pêşeng a Têkoşîna Azadiya Kurd di serî de li Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan ê ev ruh ava kir û hevrêyên PKK’î û hemû gelê xwe pîroz dikin.”

HBDH’ê li ser çalakiyê jî ev agahî da: “Şeva 27’ê Mijdarê bi 28’ê Mijdarê ve girê dide Milîsên  Tolhildanê ya Şehîd Yilmaz Dersim li dijî mînîbusa polîsên hêzên çewîk a girêdayî Midûryeta Emniyetê piştî girtiyên jin li navçeya Tarsûs a Mêrsînê birin girtîgehan û şûnde li Taxa Alîfakî çalakiyeke ya sabotajê kirine.  Di çalakiyê de mînîbus qelibiye. Li cihê bûyerê polîsek mir, lê hejmara kuştî û birîndarên desthilata Tirk ên rakirin nexweşxaneyê zêdetirin.

Di encama çalakiyê de faşîstê bi navê Omer Farûk Tekadaç hatiye kuştin, herî kêm 4 polîs jî birîndar bûne. Milîsên me yên çalakî kirin bi sax û silametî vegeriyan cihên xwe.

Ev çalakî li dijî yên ku bi sîstematîk li dijî girtiyên jin ên Tarsûsê êşkenceyê dikin, hatiye kirin. Heman demê Milîsên me yên Şoreşa Yekbûyî bi vê çalakiyê têkoşîna sala 43’an a PKK’ê silav kiriye, serketinê ji rêya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê re dixwazin.

Em carekî din hemû gardiyan, dozger û polîsan hişyar dikin; hûnê hemû para xwe ji tolhildana milîsên yekbûyî bigirin, hûn di hedefê de ne.”