HBDH’ê li dijî şaredariya AKP’ê çalakî li dar xist

Milîsên HBDH’ê ragihandin ku di çaroveya 30’ê Hezîranê de li dijî fîrmaya ku ji Şaredariya Sûltanbeylî ya AKP’î re taşerontiyê dike çalakiya sabotajê li dar xistine.

Milîsên Medenî Yildirim ên Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (HBDH) bi daxuyaniyekê ragihand ku di çarçoveya 30’ê Hezîranê Heftiya Fedayîtiyê de di 22’ê Hezîranê de li dijî fîrmaya ku ji Şaredariya Sûltanbeylî ya AKP’î re taşerontiyê dike çalakiya sabotajê li dar xistine. Hat ragihandin ku di encama çalakiyê de 2 kepçe û 1 kamyona axê ya fîrmaya taşeron û pişt avahiya Plato AVM'ê hatiye şewitandin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin parvekirin:

“Faşîzma AKP-MHP'ê bi tirseke mezin re rû bi rû ye. Ev tirs ji hêrsa Kurdan, jinan, Elewiyan, karkeran, kedkaran û hemû gelên bindest derketiye holê. Hêrsa li hemberî faşîzma AKP-MHP'ê bi Berxwedana Geziyê, serhildan, grev, çalakî û hwd her tim yek pêşiya hêrseke din vedike û bi vî awayî berdewam dike. Desthilatdariya faşîst her tim bi hêrsa ku xwenên wê dervîne û planên wê vala derdixîne re rû bi rû ye. Hewl dide wê ji holê rake. Dixwaze hesab jê bipirse. Lê belê nikare ji devê tivinga me û şewatên me bireve. Em ê hesab ji wan bipirsin.

Berxwedana Geziyê her tim derdikeve pêşberî wan. Rêhevalên me yên bi êşkenceyê hatin qetilkirin her roj hesab ji wan dipirsin. Ciwanan barîkatan datînin. Dayik hesab dipirsin. Karker jiyanê radiwestînin. Ew tu carî nikarin xwe ji vê hêrsê xelas bikin. Em, soz didin Medenî Yildirim ê ku di çalakiyên dijî çêkirina kalekolan de hate kuştin û hemû nemirin din, em ê desthilata faşîst hilweşînin û azadiyê bi dest bixin!”