Elmanya bi 'herêma ewle' nehesiya ye!

Meclîsa Federal a Elman der barê 'herêma ewle' de ya li ser sînorê Tirkiye-Sûriyeyê rapora pispor amade kir. Li gorî rapora ku gihîştiye ANF'ê haya hikumeta federal ji rewşa li herêmê nîne.

Parlamentera Partiya Çep Gokay Akbûlût çend roj berê 'herêma ewle' ya ku Enqere û Washingtonê der barê wê de li he vikrin û gefên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyeyê ji Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal pirsî bû.

Daîreya ku di asta 'pispor' de ye, der barê 'herêma ewle' de raporek amade kir ku herêm li gorî qanûnên navneteweyî ye yan na û nêzîkatiya Elmanyayê ya der barê gefên dagirkeriyê yên Erdogan de nirxand. Di raporê de ku dişibiya kurteberiya nûçeyên li medya civakî hatine weşandin, der barê planên êrîşê yên Tirkiyeyê de yên li dijî bakurê Sûriyeyê hate gotin ku agahiyeke wan nîne.

POZÎSYONA ELMANYAYÊ EŞKERE NEKIR

Pisporên ku rapor amade kirin der barê nîqaşên 'herêma ewle' de pozîsyona Elmanyayê venegotin û bi navê hikumeta bi serokwezaretiya Angela Merkel daxuyaniyeke wiha eşkere kir: "Hikumeta Federal ne xwedî wê agahiyê ye ku rewşa li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê tespît bike."

Daîreya Xizmetên Zanistî ya Meclîsa Federal der barê gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojava û Bakurê Sûriyeyê jî diyar kir, ku rewşeke ku pêwîstiyê bi 'xweparastinê' bîne nîne û nûçeyên li medyayê yên der barê vekişandina çekên giran ên hêzên YPG'ê bi bîr xist.