Hatina Erdogan bajar kir girtîgeheke servekirî!
Beriya mîtînga Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim a li Amedê ya ku wê di saet 16.00’an de dest pê bike, bajar bû girtîgeheke servekirî.
Beriya mîtînga Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim a li Amedê ya ku wê di saet 16.00’an de dest pê bike, bajar bû girtîgeheke servekirî.
Ji bo mîtînga Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim a li Amedê, polîsên ji derveyî bajêr hatine, li ser gel zext û pêkutiyan dikin. Li her derê kontrola nasnameyan dikin û ji bo ji gundên derdorê cerdevanan bînin mîtîngê, wesayîtên şaredariyê ketine seferberiyê.
Beriya mîtînga Serokkomarê Tirk Recep Tayyip Erdogan û Serokwezîr Bînalî Yildirim a li Amedê ya ku wê di saet 16.00’an de dest pê bike, bajar bû girtîgeheke servekirî. Bajar xistine rewşeke wisa ku, kesên derveyî AKP’ê nikarin derkevin kolanan. Li her derê nasnameyan kontrol dikin û helîkopter jî ji nizm ve difirin. Li ser Riya Rihayê û kolanên li derdora Walîtîyê yên ku wê otobusa Erdodan jê derbas bibe, afîşên CHP û HDP’ê yên “NA” jî hatin daxistin.
POLÎS JI SIYA XWE DITIRSIN
Gelek riyên nêzî qada mîtîngê ji destê sibehê ve ji trafîkê re hate girtin. Li bajêr li cihên bilind û riyên şên nîşangir hatine bi cih kirin û polîs zext û pêkutiyên li gel dikin. 2 xwendekarên zanîngehê yên ku bi polîsan re nîqaş kirin, li ser Riya Gewranê xistin binçavan.
Di heman demê de 40 otobusên şaredariyê jî ji bo cerdevanan ji gundan bînin qada mîtîngê hatine terxan kirin. Û Serokê Daîreya Veguhastinê ya Şaredariya Bajarê Mezin a ku qeyyûm şandibûnê Rifat Ûral jî pêkutiyan li ser xebatkaran dike, da ku xebatkar bêyî hincet beşdarî mîtîngê bibin û “selfî”yan bikişînin.
Dîsa walîtiyê do strana “Bêjin Na” a ku strana hilbijartinê ya HDP’ê ye qedexe kiribû. Di destê sibehê de di navbera kesekî ku strana “Bêjin Na” lêdida û polîsan nîqaş derket. Û hat diyar kirin ku heta niha kes nehatiye qada mîtîngê ya AKP’ê.