Hat îdîakirin ku li Girtîgeha Zarokan a Şakranê zarokekê întixar kiriye

Hate îdîakirina ku li Girtîgeha Zarokan a Şakran a Zarokan Alî Erdogan ê 17 salî xwe întixarkiriye. Malbatê got: “Kesekî kêfxweş bû. Me li ser bedena wî şopên reş û şîn dîtiye.”

Li Girtîgeha Şakranê ya Zarokan hat îdîakirin ku zarokê 17 salî Ali Erdogan yê 2 meh in girtî ye, întixar kiriye. Hat îdîakirin ku Alî Erdogan di 4'ê Nîsanê de li odeya xwe, întixar kiriye.

Malbatê diyar kir ku li ser bedena zarokên wan Erdogan şopên reş û şîn hene. Pismamê Alî ERdogan Abdulkadir Erdogan, anî ziman ku rêveberiya girtîgehê diyar kirine ku Şemiya borî saet di 19.00'an de bûyer pêk hatiye. Erdogan, anî ziman ku ti sedemên ku pismamê wî întixar bike tine. Dibe ku ji ber zext zêde lê hatibin kirin întixar kiribe û wiha got: "2 meh berê hat girtin. Me dizanibû ku wê bi vê zagona înfazê bê berdan. Kesekî pir erênî û baş difikirî. Em wateyê nadin întixara wî. Psîlokogê girtîgehê jî ji me re got kesekî pir kêfxweş e.

Pismam Erdogan, da zanîn ku wê cenazeyê Alî Erdogan li Saziya Tipa Edlî ya Îzmirê testa vîrûsa corona bikin û wiha got: "Wê li Saziya Tipa Edlî testa vîrûsa corona bikin. Ger ku di destê de vîrûs derkeve wê bişînin Saziya Tipa Edlî. Dema me li morgê Alî dît, laşê wî reş û şîn bûbû û şop hebûn. Me pirsa vê yekê kir, lê kesî bersîv neda me. Çi li Alî hat, çima jiyana xwe ji dest da? Em nizanin. Rêveberiya girtîgehê jî agahî nade me. Cenazeyê me jî nedan me. Em li benda encama testê ne.

Malbata Erdogan serî li Şaxa ÎHD'ê ya Îzmirê dan û alîkariya hiqûqî xwestin.