Halef: Divê NY ji bo Kobanê mudaxeleya leşkerî bike
Halef: Divê NY ji bo Kobanê mudaxeleya leşkerî bike
Halef: Divê NY ji bo Kobanê mudaxeleya leşkerî bike
Parlamenterê Partiya Demokratîk a Xiristiyan ê bi eslê xwe Sûryanî Robert Halef di pêşniyarpirsek nivîskî de êrîşên çeteyên DAIŞ ên li hember Kobanê anî rojeva Parlamentoya Swêd û ji bo hikûmeta Swêd li hemberî çeteyên DAIŞ ên êrîşî Kobanê dikin bi pêşengiya Neteweyên Yekbûyî operasyoneke leşkerî pêk bînin xwest bi rêya Yekîtiya Ewropa û Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re bikeve nava hewldanan.
Halef di pêşniyarpirsa xwe de dibêje ku çeteyên DAIŞ ên Kobanê dorpêç kirine, însanên bê sûc qetil dikin, li Şengalê dijî Êzidiyan û li Mûsilê jî dijî Xiristiyanan sûcê derveyî mirovahiyê pêk anîn.
Halef bal kişand ser ku li Kobanê Kurd di bin şert û mercên giran ên dorpêçê de ne, pêwîstiya wan bi alîkariyên însanî hene, xwest ku Tirkiye sînoran veke û di navbera Kobanê û Tirkiyeyê de korîdorek bê vekirin.
Halef xwest ku Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî bi mijara li hemberî çeteyên DAIŞ ên ne tenê ji bo yên li herêmê dijîn ji bo hemû însaniyetê talûke ne kom bibin û li Wezîrê Derve yê Swêd Margot Wallstrom pirsa ji bo pêkhatina vê çi dihizire kir.