Guven: Niha dema me gelan e Bobby Sands

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 179 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven berxwedêrê ji Îrlandayê Bobby Sands bi bîr anî.

Hevseroka KCD’ê û parlementera HDP’ê Leyla Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 179 roj in di greva birçîbûnê de ye. Guven berxwedêrê ji Îrlandayê Bobby Sands di salvegera şehadeta wî de bi bîr anî.

Sands di sala 1981’ê de ji bo başbûna şertên girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiribû û di 5’ê Gulana 1981’an de di roja 66’an a çalakiyê de jiyana xwe ji dest dabû.

Guven di salvegera şehadeta Boby Sands de li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ev tişt belav kir:

“Qonaxa têkoşîna me, bi tevgera dayikên xavikspî didome. Êdî niha dema me gelan e, rêzdar Bobby Sands…”