Guven name ji TKP/ML’ê re şand: Ev dilop wê mezin bibe

Hevseroka KCD’ê û parlementera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven name ji girtiyên doza TKP/ML’ê re şand ên ku ji bo piştgiriya wê dest bi greva birçîbûnê kiribûn.

Hevseroka KCD’ê û Parlamentera Colemêrgê ya HDP’ê Leyla Guven ji 8’ê Mijdarê ve ji bo şermezarkirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê de ye. Girtiyên Lenînîst-Marksîst ên Partiya Komunîst a Tirkiyeyê (TKP/ML) jî bi boneya piştgiriya çalakiya Guven dest bi greva birçîbûnê kirin. Guven bi rêya parêzerên xwe name ji bo girtiyên TKP/ML şand.

Nameya Guven wiha ye:

"Ev nameya vekirî ya ji bo girtiyên TKP/ML ye

Ji bo welatekî demokratîk bê afirandin bi salane bênavber şoreşger, demokrat, sosyalîst, welatpêrêz  têdikoşin û li ber xwe didin bi vê riyê de bi biryardarî meşa me didome. Bêguman ev yek qet ne hêsan e. Em ji şoreşgerên pêşiya xwe dizanin. Tevî hemû ferzkirina faşîzmê jî dema hevrê Denîz birin darvekirinê digot ‘bijî biratiya Tirk û Kurdan.’ Hevrê Îbrahîm li dijî her cûre îşkenceyê li ber xwe da, serê xwe da lê sir neda. Sakîneyan, Kemalan û Mezlûman bi lehengî li ber xwe dan û ji bo em layîqî wan bibin tişta dikeve ser milê helwest e.

Di qonaxa em gihîştinê de dema dîktatoriya yekzilamî ye. Li dijî vê divê hin bêtir em bi rêxistin û kolektîf bin. Lazim e em berxwedana hevgirtinê derxin holê. Ev yek ji Şoreşa Rojava pêkan e û me li wir dît. Hemû dînamîkên şoreşger bi ruhek enternasyonalîst xweparastina xwe li pêş xistin û di gel de cihê xwe girtin. Çeteyên DAIŞ’ê li dijî vî ruhê hevpar têk çû.

 Pir aşkere ye ku sedemê alozî û krîza li Rojhilata Navîn hêzên emperyalîst in. Birêz Ocalan li ser esasê hevpariya jiyana gelan çareseriyê ya Rojhilata Navîn datîne holê. Birêz Ocalan derxist holê ku modela herî guncav a ji bo Rohilata Navîn konfederalîzma demokratîk û neteweya demokratîk e. AKP ji vêya aciz e. Ji ber vê yekê jî tecîdkirina Ocalan kûr dike. Dixwaze ku dengê vê ramanê di nav çar dîwaran de bimîne.

 

 Birêz Ocalan bi paradîgmaya xwe ya azadîxwaz ji zû ve ye dîwarên Zîndana Îmraliyê hilweşandiye.

Helbet em dizanin di serî de CPT û hemû sazî û dezgehên dizanin ku tecrîd sûcê mirovahiyê ye jî çima helwesta xwe nîşan nadin? Ancak ev mijar mijarek wisa girîng e divê ku nebe qurbana berjewendî û çavsoriya desthilatdariyê. Mijarek jiyanî, ehlaqî û mirovî ye.

Hevrêyên hêja; ez vê tecrîdê wek sûcê mirovahiyê dibînim û ji bo ez bêdengiya li dijî tecrîdê bişkênim min dest bi çalakiyê kir. Ez di wê ferqê de me ku dilopeke behrê me. Ancak tiştên we di daxuyaniya xwe de diyar kir jî îşareta mezinbûna vê dilopê ye. Ji ber vê sedemê çalakiya we ya greva birçîbûnê ya 3 rojan gelek watedar e.

Ez bi bawer û hêvî me wê ev çalakî bigîhîje armanca xwe û ez silavên xwe ji hemû hevrêyên li qada we ne re dişînim.

Bi hêviya rojên azad…

Silav û rêz

Leyla Guven”