Gur: Di pêvajoyek wiha de yekîtiya netewî şert e

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Nazim Gur ê têkildarî serdana li Başûrê Kurdistanê axivî, bal kişand ku wê Kurd bi yekîtiya netewî bi ser bikevin. Gur anî ziman ku ambargoya li Mexmûrê jî rê li ber pirsgirêkên cidî yên mirovî vekiriye.

Di serdanên HDP û KCD’ê yên li Başûrê Kurdistanê de yekîtiya netewî ya Kurd, ambargoya li Mexmûr û pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê derketin pêş.

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve yê HDP’ê Nazim Gur çavdêriyên xwe yên ji serdana ji bo Başûrê Kurdistanê ji ANF’ê re parve kir.

 ‘BÊ KURDAN ÇARESERÎ NE MIMKÛN E’

Gur anî ziman ku serdana ji bo Başûrê Kurdistanê ew demek dirêj bû hatibû plankirin û got: “Ev serdaneke di demeke pir krîtîk û pêvajoyeke dîrokî de pêk hat.  Wateya çûna me girîng bû. Di asta jor de hevdîtin hatin kirin. Rewşa giştî ya li Rojhilata Navîn, pêşketinên polîtîk dîsa şerê didome, rewş û cihê Kurdan, bi vê ve girêdayî sekna Kurdan a li herêmê û xalên bi hev re li ser tevger bikin hatin nirxandin. Ji ber ku her bûyerek li herêmê rû dide Kurd ji vê bandor dibin. Kurd li Rojhilata Navîn bi vîn û hêza xwe ya çareseriyê bûye aktorek. Ji ber vê li Rojhilata Navîn bêy Kurdan ti çareseriyek ne mimkûn e.”

YEKÎTIYA NETEWÎ

Gur bal kişand ser daxwazên bi maf û azadî yên gelê Kurd û îşaret bi wê yekê kir ku bi şer û şidetê ti çareserî nabe û wiha pêde çû: “Qedera Kurdan ya li herêmê yek e. Ji bo vê hêviya ku siberojeke demokratîk çêbkin, li ser pradîgmaya ku li gel gelên herêmê em bikarin bi hev re bijîn nirxandin hate kirin. Bi taybet li ser mijara li çar parçeyên Kurdistanê kongreye netewî bê lidarxistin kar hate kirin. Ji ber guhertin û veguhertinên li Rojhilata Navîn, dîsa rûdanên bi xeter ên pêk tên, pêkanîna yekîtiya netewî ya Kurdan pêwîst dike hate vegotin. Di hemû hevdîtinên partiyan çi li Hewlêr, çi jî li Silêmanî di vê mijarê de pir dilgerm û sekenek baş raber kirin.”

AMBARGOYA LI MEXMÛR

Gur ê ambargoya li Kampa Penaberan a Mexmûrê jî bibîr xist û diyar kir ku pirsgirêkên tenduristiyê derketine û divê ev pirsgirêk di rojên pêş de bên çareserkirin û got: “Niha Mexmûr girêdayî hikûmeta Bexdayê ye. Li başûr hêzên Heşdî Şebî, li vî aliyê din di bin Rêveberiya Herêma Kurdistanê de ye. Bi temamî girêdana wê ya bi Hewlêrê re qûtkirin, rê li ber pirsgirêkên cidî vedike. Mînak; welatiyên wargehê tînin ziman ku nikarin ji wargehê derkevin, nikarin nexweşên xwe bişînin nexweşxaneyê her wiha di asteke cidî de pirsgirêkên qût û dermanan derketiye. Me ev pirsgirêk ji bo muxataban anî ziman. Di ehmû hevdîtin û li gel hemû partiyên siyasî em ev mijar kir rojev. Wan jî anî ziman ku wê li ser vê mijarê xebat bikin, tişta ji desta bên wê bikin. Em li bendê ne ku di demeke kin de ev pirsgirêk çareser bibe.

 ‘DIVÊ KONGREYA NETEWÎ BÊ KIRIN’

Endamê Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Nazim Gur ev got: “Di hevdîtina li Hewlêr û Silêmaniyê de bal hate kişandin ser rewşeke nû ya ji bo Kurdan. Di mijara lihevkirina çareserkirina rêbazên demokratîk  a hem pirsgirêkên nava Kurdan û hem jî mijara pêk anîna kongreya netewî de ya hemû aliyan em kêfxweş kirin.

Ji bo li Tirkiyeyê pirsa Kurd bi rêya demokratîk û çareseriyeke aştiyane ya siyasî bê çareserkirin dûr û dirêj hevdîtin kirin. Yek ji mijara herî derket pêş jî ev bû. Destekdayîna pêvajoyeke çareseriyê ya ku li Tirkiyeyê pêk bê, li pêşberî pêşketinên herêmî hevpar tevgerkirin dîsa ketina rojevê ya kongreya netewî girîng bû. Em bi hêvîn e ku hemû partiyên siyasî û saziyên Başûrê Kurdistanê di pêvajoya çareseriyê de wê destek û sûdeke cidî bidin.”