Gunay: Sala 2021'ê berxwedana me wê bênavber bidome

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay diyar kir ku desthilatdarî bi têkoşîn û berxwedana wan tengav dibe û destnîşan kir ku wê sala 2021'ê jî têkoşîna xwe bênavber bidomînin.

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay, siyasetmedarên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan bi bîr anî ku di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsê hatin qetilkirin.

Di vê der barê de got, "8 sal in bi destwerdana dewletên pêwendîdar re hewl tê dayin ku ev komkujî bê nixumandin. Em kiryarên vê komkujiyê baş nas dikin û çi dibe bila bibe em ê ti carî nehêlin ku komkujiyên li dijî gelan, têkoşîna azadiyê û lêgerîna azadiyê tên kirin di tarîtiyê de bimînin."

Ebrû Gunay bal kişand ser berxwedana li Zanîngeha Bogazîçiyê ya li dijî tayînkirina qeyûm û ev nirxandin kir: "Desthilatdariya ku bi konsepta ewlekariyê nêzî pirsgirêka Kurd dibe, dest avêtiye zanîngehan jî. Rejîma qeyûm a ku li bajarên Kurdan xistine meriyetê, mîna rejîma tecrîdê niha hewl dide li tevahiya Tirkiyeyê jî belav bikin. Kelepçeya ku li deriyê zanîngehê hate xistin, ne karê îro bû. Dema ku li cografya Kurdan qeyûm li şaredariyan hate danîn, dema ku îradeya gel hate desteserkirin, hingî ew kelepçe lê hatibû xistin. Ji ber vê yekê dixwazin wê kelepçeyê li îradeya civakê bixin û em vê red dikin. Me beriya 5 salan gotibûn ku ya li me tê ferzkirin wê li tevahiya welêt belav bibe û mixabin gotina me rast derket. Rejîma qeyûm îro li tevahiya welêt belav dibe. Li welatekî demokratîk ku aştî lê heye, yekane rêya jiyana bi hev re têkoşîna hevpar e, tifaqa demokratîk e."

Gunay biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya ji bo berdana Hevserokê dîlgirtî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş bi bîr xist û bal kişand ser qebûlkirina îdîanameya "Lêpirsîna Kobanê" ku Demîrtaş, Yuksedag jî di nav de li dijî 108 siyasetmedarên Kurd hate amadekirin.

Gunay got, "Ev îdîaname nîşan dide ku dadgerî çawa ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP'ê ve hatiye têkbirin."

Gunay diyar kir ku ev îdîaname bêçaretiya desthilatdariyê jî radixe pê çavan û got, "Heta ku yên vê bêhiqûqiyê dikin derkevin pêşberî mirovahiyê û hesabê sûcên xwe bidin, em ê têkoşîna xwe dewam bikin."

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay destnîşan kir ku wê kevneşopiya berxwedanê ya partiya wan di sala 2021'ê de jî dewam bike û got, "Her ku têkoşîna me bêeman dewam dike, berxwedana me bêrawestan dewam dike, desthilatdarî bêhtir tengav dibe û bêhti gefê dixwe. Lê belê ji bo gelên Tirkiyeyê di bin vê hilweşînê de nemînin em ê têkoşîna xwe dewam bikin. Partiya me li pêşberî êrişan gavan paşve neavêje, berevajî hîn bêhtir derbê li tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê dixe."