Gunay: Rêveberiya Xweser a civaka Êzidî qebûl bikin

Berdevka HDP'ê Ebrû Gunay bal kişand ser peymana rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û diyar kir ku ev peyman nenaskirina îradeya gelê Şengalê ye. Gunay got, "Divê neyê jibîrkirin; ewlehiya Şengalê ewlehiya Silêmanî û Hewlêrê ye."

Berdevka Partiay Demokratîk a Gelan (HDP) Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar xist.

Gunay destpêkê bal kişand ser operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî avahiyên partiya wan ên bajarê Amedê û navçeya Yenîşehîrê û got, "Desthilatdarî hîn jî li hemberî siyaseta demokratîk sûc dike. Eger hînê hîn nebû bin, em careke din li bîra wan dixin; li hemberî van operasyonên siyasî, li hemberî van beyanên şaş û derewîn kesekî bi tenê jî wê di têkoşînê de paşve gav neavêje. Ne komployên siyasî yên desthilatdariyê ne jî faşîzm wê nikaribe dengê HDP'ê bibire, wê nikaribe bibe asteng ku dengê rastiyê bigihêje gelê me."

GEFÊN LI SER ŞENGALÊ

Ebrû Gunay di dewama axaftina xwe de bal kişand ser peymana navbera rêveberiyên Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê hatiye amadekirin.

Ebrû Gunay got, "Beriya her tiştî ev peyman îradeya gelê Şengalê nas nake. Ev peyman bêyî Êzidiyan bêyî gelê Şengalê hatiye îmzekirin. Ev peyman ji bo tunekirina mekanîzmaya xweparastinê ya gelê Şengalê hatiye îmzekirin. Tê xwestin ku gelê Şengalê careke din di nava fermanê de bê hiştin."

Ebrû Gunay bi bîr xist ku beriya 6 salan gelê Şengalê ji aliyê DAÎŞ'ê ve hate qetilkirin û got, "Jinên Kurd, jinên Êzidî li bazarên koleyan hatin firotin. Ev êrişên qirêj li pêş çavên cîhanê hatin kirin. Ev peymana ku li pişt perdeyê bêyî îradeya gelê Êzidî hate îmzekirin, îradeya gelê Êzidî nas nake û wê bi ser nekeve."

Ebrû Gunay destnîşan kir ku civaka Êzidî dixwaze xwe bi xwe bi rê ve bibe û got, "Îradeya gelê Şengalê nas bikin. Rêveberiya xweser a xelkê Êzidî nas bikin, qebûl bikin. Bi vê peymanê re civaka Êzidî ji nû ve li nava fermanan nehêlin. Ewlehiya Şengalê ewlehiya Silêmaniye û Hewlêrê ye. Bila ev rastî neyê jibîrkirin."