Gunay: AKP girtiyan di nava lepên mirinê de dihêle

Berdevka Partiyê ya HDP'ê Ebrû Gunay got, "AKP girtiyan di nava lepên mirinê de dihêle" û ji bo xurtkirina piştevaniyê bang kir.

Berdevka Partiyê ya HDP'ê û Parlamentera Mêrdînê Ebrû Gunay li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê pêk anî.

'AKP CIHÊKARIYÊ DIKE'

Gunay got, "Cîhan çiqasî biguhere jî yekane tişta ku naguhere cihêkarî, firsendkarî û hewldana sûdwergirtina ji krîzê ya hikumet AKP'ê ye.

Şewb li her kesî digere, ji bo her kesî metirsî ye. Yên ku li pêşberî vê şewbê di rewşa bêparastinê de ne girtîgeh in. Ji ber vê yekê jî girtiyên nexweş û extiyar bi taybetî di nava rîskê de ne. Me beriya niha gotibû ku divê tavilê bên berdan. Mixabin di rewşa heyî de gavek di vê mijarê de nehatiye avêtin. Hikumet bi rengekî dijminê hiqûqê, girtiyan li pêşberî vîrûsê bêparastin dihêle û dixe nav lepên mirinê. Her kesên demokrat û xwedî wicdan û exlaq têkildarî mijarê bang kirin. Her wiha Neteweyên Yekbûyî û CPT jî bangên girîng kirin ku divê girtîgeh tavilê bên valakirin, mafê jiyanê yê girtiyan bê ewlekirin. Hiştina girtiyan di nava mirinê de kuştin e.

Wekheviya di bicihanîna qanûnê de xêrek nîne, mafekî destûra bingehînî ye. TMK veguheriye çekeke dadgeriyê ku mûxalîfan hemûyan ceza dike."

Gunay destnîşan kir ku di van rojên zor û zehmet de ya ku civakê li ser piyan digire piştevanî û alîkariya bi hev re ye û got, "Desthilatdariyek li pêşberî me heye ku şewbê ji bo ranta siyasî dixwaze bike firsend. Ev desthilatdarî hewl dide ji her krîzê sûdê werbigire. Têkoşîna li dijî şewbê tayînkirina qeyûman li ser şaredariyên HDP'ê nîne. Eger ji dil bin hingî divê hevkariyê bi mûxalefetê re bikin. Divê piştgiriyê bidin têkoşîna şaredariyên mûxalefetê ya li dijî vîrûsa koronayê."