BI DÎMEN

Gultan Kişanak: Em ê azadiya hemû hevalên xwe bi dest bixin

Siyasetmedara Kurd Gultan Kişanak di Doza Kûmpasê ya Kobanê de bi salan dîl hate girtin û roja 16’ê Gulanê derbarê wê de biryara berdanê hate dayîn. Kişanak li Amedê bi berzkirina dirûşmeyên “Jin Jiyan Azadî” hate pêşwazîkirin.

GULTAN KIŞANAK

Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya berê Gultan Kişanak ku duh ji Girtîgeha Tîpa F a bi Ewlekariya Bilind a Kocaeliyê tehliye bû, piştî 7 sal û nîvan hate Amedê. Kişanak, li Balafirgeha Amedê ji hêla hevşaredarên bajarê mezin, aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), endam û rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û jinan ve bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” hate pêşwazîkirin. Kişanak a ku bi çîçekan hate pêşwazîkirin, yek bi yek hemû jin hembêz kir.

Kişanak li vir axaftineke kin kir û wiha got: “Heta tevahiya hevalên me azad nebin em jî azad nînin. Kobanê, encama wijdanê ye. Piştre jî weke doza kûmpasê ya Kobanê anîn pêşiya me. Hêj jî wisa didome. Me careke din derfeta wijdan û bêwijdaniyê, fêmkirin û dîtinê dît. Di vê têkoşînê de wijdan bi ser ket. Mîna serkeftina Kobanê. Dê doza kûmpasê ya Kobanê jî biçe sergoya dîrokê. Em jî dê tevahiya hevalên xwe azad bikin. Em ê bi hev re li Amedê govenda azadiyê bigerînin. Em îro kêm in, hinek birîndar in. Hevalên me di dilê me de ne, dê di têkoşîna me de bi me re bin. Ew jî wisa dixwazin.”

Kişanak, silavên Hevseroka Giştî ya HDP’ê ya berê Fîgen Yuksekdag ragihand û peyama Yuksekdag a îro wiha bi bîr xist: “Silavên Serok Fîgen ji bo her kesî hebûn. Gelek silavên wê ji bo gelan hebûn. Got; ‘Me bi saya berxwedanê xwe gihand van rojan. Dê ji vir û şûnde jî wisa bidomînin.’ Peyama wê ya îro we jî dît. Dibêje ‘Bila kesek serê xwe netewîne.’ Biryara têkildarî me hatiye dayîn, sedema têkoşînê ye. Bêguman em xemgîn bûn. Ev biryara derhiqûqî û neheq, berdewamiya kûmpasê bû. Em ê vê jî derbas bikin. Min silav û hêviya têkoşînê ya hemû hevalan ji bo Amedê anîn.”

Kişanak û kesên pê re piştre derbasî Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê bûn.