Gulmen destwerdana tibî qebûl nake

Nûriye Gulmen, ku li kolana Yuksel a Enqereyê ji bo karê wê jê re bê dayîn dest bi greva birçîbûnê kir, ev 61 roj in di grevê de ye. Gulmen duh êvarê ji ser hişê xwe çû.

Tansiyona Gulmen daket 35'an û ji bo bêhnê vede bi lezgînî ew birin mala wê.

Çalakgerê din ê greva birçîbûnê Semîh Ozakça û Esra Ozakça ya piştgiriyê dide wan, bi rêya hesabê medya civakî li ser rewşa tenduristiyê ya Gulmen agahî da.

Hat ragihandin, Nûriye Gulmen û Semîh Ozakça eşkere kirine ku ew ê destwerdana tibî qebûl nekin.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, Gulmen 8 kîlo li xwe kêm kiriye û hat gotin, "Encamên greva birçîbûnê li Semîh û Nûriye der dibin. Serê Semîh dêşe, madê wî dişewite û bi zehmetî dimeşe. Li gel Nûriye jî êşa li masûlke, êşa serî, şewata madê, bêteqatî, kêmbûn tansiyonê rû daye. Ya ku îro rû da, yek ji pirsgirêkên ji ber greva birçîbûnê ye."