Grevên birçîbûnê yên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd tên lidarxistin, mezin dibin
Grevên birçîbûnê yên li zindanan, Mexmûrê û li Yewnanistanê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, mezin dibin.
Grevên birçîbûnê yên li zindanan, Mexmûrê û li Yewnanistanê, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tên lidarxistin, mezin dibin.
Greva birçîbûnê ku 27'ê Mijdarê bi rengekî bêdem-dorveger ji aliyê girtiyên siyasî ve dest pê kir, dewam dike. Berxwedana li zindanan bi koma 10'an di roja 46'an de ye.
Tevî ku zext û êriş li girtîgehan zêde bûne jî girtî bi biryar in ku heta encamê werbigirin çalakiya xwe dewam bikin.
MEXMÛR
Li Kampa Penaberan a Mexmûrê ya li Başûrê Kurdistanê, greva birçîbûnê ya bi pêşengiya jinan dest pê kir, dewam dike.
Çalakiya ku di 18'ê Kanûnê de li Komeleya Malbatên Şehîdan dest pê kir di roja 25'an de ye.
YEWNANISTAN
Li kampa Lavrîo ya Yewnanistanê jî, greva birçîbûnê ya bêdem-dorveger a li dijî tecrîdê di roja 8'an de ye.
Çalakî bi pêşengiya Tevgera Ciwanên Şoreşger, Tevgera Jinên Kurdistanê a Ewropayê û Navenda Çanda Kurdistanê tê lidarxistin.