Grevên birçîbûnê her diçe belav dibe
Grevên birçîbûnê her diçe belav dibe
Grevên birçîbûnê her diçe belav dibe
Li girtîgeha Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê 21 girtî ev 33 roj e di greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger de ne. Her wiha hate hînbûn ku 10 girtiyên din jî lê zêde bûne. Parêzer Îzzet Kiliç yê OHD’ê diyar kir ku serdozgerê Komarê yê Tekîrdagê û midûrê girtîgehê bi du nûnerên girtiyan re hevdîtin kirine û girtiyan diyar kiriye ku heta binpêkirinên mafan ji holê ranebin û şert û mercên wan neyên başkirin dê dest ji çalakiya xwe bernedin.
21 girtî ji 25’ê Adarê û heta niha di gireva birçîbûnê ya bê dem û dorneveger de ne. di 24’ê nîsanê de nûnerên Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHD) û Komeleya Piştevani û Malbatên Girtiyan(TUAD) û Parlamentera Stenbolê Sabahat Tuncel li girtîgehê hevdîtin kirin û piştî hevdîtinê duh (25 nîsanê) parêzer Îzzet Kiliç ku endamê OHD’ê bû ji bo agahiyan bigire çû girtîgehê û diyar kir ku ji îro şûnde 10 girtiyên din jî tevlî grevê bûne.
Kiliç da zanîn ku Serdozgerê Komarê yê Tekîrdagê, Midûrê Saziya Înfazê ya Cezayê ya Tîpa F ya Hejmar 2 a Tekîrdagê Osman Dagdelen û dozgerê girtîgehê, bi du nûnerên girtiyên PKK’ê re hevdîtin kirine. Kiliç da zanîn ku girtiyan ji serdozger û midûrê girtîgehê re ragîhandine ku het aku binpêkirinên mafan ji holê ranebe û şert û mercên wan neyên başkirin dê dest ji çalakiya xwe bernedin. Kiliç da zanîn ku midûrê girtîgehê Dagdelen di nav helwesteke ku pêşniyên serdozger jî piştguh dikir de bû.
Kiliç da zanîn ku li gorî agahiyên ji girtiyan girtine ji îro şûnde 10 girtiyên din jî tevli greva bê dem û donevegre bûne. Kiliç destnîşan kir ku girtiyên ji doza Biryargeha Şoreşger Cemal Bozkurt ji ber nexweşiya xwe ya gurçikan dest ji çalakiyê berdaye û dîs aji doza biryargeha şoreşger Bayram Akdogdu dest bi çalakiyê kiriye.
Parêzer Sînan Zîncîr ku sreokê TUAD’ê ye diyar kir ku bi armanca balê bikişînin ser girevên birçîbûnê di 27’ê Nîsanê de roja şemiyê saet di 19.00’an de dê li Qada Galatasarayê meşekê pêk bînin. Zîncîr bang li hemû kesî kir ku tevli meşê bibin.