Greva li Parîsê dom dike: Heta tecrîd bişkê çalakî wê bidome!

Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan li Parîsê hatibû destpêkirin dewam dike.

Li paytexta Fransa Parîsê çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo şikdanina tecrda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin di roja 4’an de dewam dike.

Çalakiya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê dom dike, komeke ji 22 kesan îro dewr girt.

‘DIVÊ BI LEZGÎN BERXWEDAN BÊ MEZINKIRIN’

Hevseroka Meclîsa Gel a NCDK Parîsê Şukran Akdogan têkildarî çalakiyê axivî û ev peyam da: “Çalakiya me bi biryardar, moral û coş dewam dike. Daxwaza Leyla Guven daxwaza gelê Kurd e; çalakiya wê di qonaxa krîtîkê de ye. Ji bo vê divê gelê Kurd û dostên wan li dorî Leyla Guven berxwedanê bi lezgîn mezin bike.”

Çalakvanên tevlî çalkiyê jî bûne gotin: “Em çalakiya Guven silav dikin û xwedî lê derdikevin. Heta şikandina tecrîdê wê berxwedana me bidome.”

Hevserokê Konseya Kurd a Demokratîk a Fransa Vedat Bîngol jî diyar kir ku li gelek navendan çalakiyên greva birçîbûnê û panelên cuda dewam dikin. Bîngol banga divê gelê Kurd û dostên wan berxwedanê mezin bikin da.