Greva birçîbûnê ya li Viyana didome, li Nurnbergê jî çalakî destpê kir

Çalakiyên greva birçîbûnê ya bi armanca protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropa hatiye destpêkirin belav dibe.

Çalakiya greva birçîbûnê ya li paytexta Awûstûrya Viyanayê di roja 3’an de dom dike, li Nurnbergê jî çalakiya greva birçîbûnê destpê kir.

VIYANA

Greva birçbîûnê ya ji bi protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Awûtûrya Viyanayê hatibû destpêkirin, di roja 3’an de dewam dike. Çalakiya ku saet 11:00 li Mûseûmsqûartîerê bi vedan kon, pankart, flama û vekirina posteran û belavkirina belavokan re destpê kir.

Greva ku heta saet 16:00’an li Meseûmqûartîerê dom kir, piştre bi nîşandan sînevîzyonekê ya li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, muzîk û axaftinan dom kir.

NURNBERG

Li bajarê Nurnberg ê Elmanyayê jî ji bo protestokirina tecrîd û piştgirîkirina Hevseroka KCD’ê Leyla Guven çalakiya greva birçîbûnê destpê kir. Çalakiya li salona Mala Gel a Medya a Nurnbergê destpê kir wê heta dîroka 14’ê Kanûnê bi komeke 30 kesî bidorveger dewam bike.

Çalakiya bi pêşengtiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Nurnbergê destpê kir endamê meclîsê Sitki Yuce daxuyanî da. Yuce da xuyakirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan napejirînin, diyar kir ku çi dibe bila bibe ew bi biryar in ku tecrîdê bişkînin. Yuce da xuyakirin ku bi çalakiya xwe Leyla Guven bi tenê nahêlin, wê heta dawî piştgirî bikin.

Yuce anî ziman ku weke Kurdên li Ewropa dijîn wê li her qadên lê ne wê li dijî her cûre êrîşên li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tevgera azadiya Kurd bibin mertal, wê hemû komployan vala derbixin û xwedî li Ocalan derbikevin.