Greva birçîbûnê ya li Torontoyê di roja 2'emîn de ye

Greva birçîbûnê ya li bajarê Toronto yê Kanadayê, ku li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, di roja duyemîn de ye.

Çalakiyên greva birçîbûnê yên ji bo protestokirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her deverê cîhanê didomin. 

Yek ji van grevên birçîbûnê li bajarê Toronto yê Kanadayê pêk tê. Çalakiya ku bi pêşengiya Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk tê lidarxistin, di roja duyemîn de ye. Kurdistaniyan li ber komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê û tecrîd şermezar kirin. Her wiha çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven hat silavkirin.