Greva birçîbûnê ya li Stûttgartê bi koma 2’an re didome

Koma nû greva birçîbûnê ya li Stûttgartê dewr girt ya ku ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Ocalan tê lidarxistin.

Greva birçîbûnê ya ji bo bidawîkirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Elmanya Stûttgartê di roja 4’an de didome.

Greva birçîbûnê îro ji aliyê 7 kesan ve hate dewr girtin, Pembûşah Ozmen û Giyasettîn Yalçîn ên ku di koma destpêkê de bûn bi koma nû re çalakiyê didomînin.

Serê sibê li konê greva birçîbûnê ya li Marstallstrabe ya Stûttgartê dirûşm hatin berzkirin û govend hate girtin. Welatiyan eleqeyek mezin nîşanî çalakiyê didin û wê çalakî bi şev li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ya Stûttgartê bidome.