Greva birçîbûnê ya li Şakranê di roja 36. de ye: Asta krîtîk dest pê dike!

Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Şakranê di roja 36. de ye. Çîçek Aydin ku çû serdana girtiyan diyar kir, asta krîtîk a rewşa tenduristiyê ya çalakgeran dest pê dike û xwest, daxwazên wan bi lezgînî werin qebûlkirin.

26 girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Şakran a Alîaga ya Îzmîrê tên girtin, ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dawîhatina li binpêkirina mafên mirovan ên li girtîgehan û qedandina îşkenceya fîzîkî û psîkolojîk, ji 15'ê Sibatê û vir ve di nava greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger de ne.

Li vê girtîgeha navborî li ser girtiyan tê ferzkirin ku di dema serjimartinê de rabin ser piyan, beriya derketina hewşê heta nava pêlavê jî bê kontrolkirin û gelek pêkanînên bi vî rengî yên kêfî tên ferzkirin.

Li girtîgehê, ku xwarina tê dayîn gelekî kêm û nebaş e, girtî nikarin xwe bigihîne doktor. Dema ji bo mûayeneyê dibin jî, ji bo tedawiyê girtina destan bi kelepçe li ser wan tê ferzkirin. Her wiha dema hevdîtinê hatiye kêmkirin û hevdîtin weke amûreke îşkenceyê tê bikaranîn.

Gardiyan di dema hevdîtin û lêgerîn de her tim mirovên tên serdanê tehrîq dikin. Di dema hevdîtina vekirî de gardiyan timî li nava maseyan digerin û bi rengekî kêfî kengî bi xwazin êrîşî malbatan dikin.

'RÊVEBERIYA GIRTÎGEHÊ NAYÊ DÎTIN'

Midûr an jî kesekî erkdar nayên dîtin. Ji Girtîgeha Şakranê ku veguheriye navendeke îşkenceyê ya bi rêk û pêk, her roj agahiyeke nû li ser binpêkirina mafên mirovan û îşkenceyê tê. Her wiha ji ber ku hevdîtin û axaftina bi derve re li girtiyan hatiye qedexekirin, agahiyeke zelal ji girtîgehê nayê bidest xistin.

Malbat ji vê rewşê gelekî bi fikar in. Mirovên diçin serdana girtiyan, li pêşiya girtîgehê û li hundir dibin hedefa tacîza devkî û fîzîkî. Dema ku li ber vê êrîşê radibin, ji bo mehekê cezayê tevlînebûna hevdîtinan li malbatan jî tê birîn. Jineke ducanî ku ji bo hevdîtinê hat girtîgehê, bû hedefa êrîşa gardiyanên jin û mêr.

'JIYANA WAN DI REWŞEKE XETERE DE YE'

Çîçek Aydin ku ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Şakranê anî ziman timî polîtîkaya cezakirinê li ser girtiyan tê meşandin û xwest, heyetek bi lezgînî li girtîgehê lêkolînan bike. Aydin diyar kir, rewşa tenduristiyê ya çalakgerên greva birçîbûnê êdî ber bi nebaşbûnê ve diçe û got, "Pêwîste daxwaz bi lezgînî werin qebûlkirin. Roj bi roj xisareke ku veger jê nîne li çalakgeran der dibe. Şert û mercên li girtîgehan ji xwe ne însanî ye. Her ku em diçin, heqaret li me tê kirin. Ji bo êrîşî me bikin, li hincetekê digerin. Rewş nabe ku bi vî rengî bidome; pêwîste çareseriyeke lezgîn were peydakirin."

GIRTIYÊN DI GREVA BIRÇÎBÛNÊ DE NE:

Li beşa T2 a Şakranê: Eren Tekîn, Sînan Ekmekçî, Mûstafa Akaş, Cengîz Dogan, Necdet Kaya, Erhan Erguz, Mûrat Dûran, Kasim Ozdemîr.

Li beşa girtî ya T3 a Şakranê: Zana Yaktin, Îhsan Balkaş, Ozgur Guçlu, Ozkan Yaşar, Aslan Îlhan.

Li beşa T4 a Şakranê: Abdullah Aksû, Yûsûf Ozdemîr, Ronî Yavûz, Mûhammet Birû, Şivan Bîlîk, Ahmet Azad, Nayîf Yargin, Veysî Kaya.

Li beşa Jinan a Şakranê: Hurriyet Dogan, Mahsûne Şedal, Cîhan Asî, Meryem Soylemez, Derya Moray.

Li aliyê din, greva birçîbûnê ya di 15'ê Adarê de jî dest pê kiriye, dewam dike.