Greva birçîbûnê ya li Parîsê didome

Di roja duyemîn a greva birçîbûnê de ya li Parîsê ku ji bo piştgiriya berxwedêrên greva birçîbûnê dest pê kir, stant hate danîn, panel hate lidarxistin û çalakî hatin organîzekirin.

Endamên AvEG-Kon, YS, ACTÎT, SKB û CDK-F ku li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya sê roj in di greva birçîbûnê de ye, tevlî merasîma bîranîna qurbaniyên Qirkirina Dersimê bûn. Çalakgeran li ber Peykerê Elewiyan ê li Parîsê, tevî alîkarê Şaredarê Sarcelle û nûnerên saziyan ên ji çar aliyên Ewropayê hatin, qurbaniyên Qirkirina Dersimê bi bîr anîn.

Çalakgerên greva birçîbûnê heman rojê li meydana Chatelet les Halles a Parîsê stant danîn, li dijî tecrîdê belavok belav kirin û bang li gle kirin.

Danê êvarê saet 17:00 jî li Navenda Çanda Kurd a Ahmet Kaya li ser grevên birçîbûnê, berxwedan û têkoşînê panelek hate lidarxistin.

Di vê navberê de serdanên ji bo çalakiya grevên birçîbûnê jî didomin. Nivîskar Ziya Ûlûsoy, rojnamevan Arzû Demîr, endamên Halkevî û Êlek Zeran serdana çalakgeran kirin.