Greva birçîbûnê ya li Kolnê koma 50 kesî dewr girt

Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Kolnê ya ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome. Îro koma ku ji 50’î kesan pêk tê greva birçîbûnê dewr girt.

Grevên birçîbûnê yên li tevayî Ewropa, ji bo protestokirina tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didome.

Greva birçîbûnê ya li bajarê Elmanya Kolnê 6’ê Kanûnê destpêkirî didome. Îro bi koma 50’î kesan a ji bajarên cûda yên NRW’ê hatibûn, greva birçîbûnê dewr girtin.

Çalakgeran li pêşiya HBF Kolnê kon vedan û bi daxuyaniya çapemeniyê re dest bi çalakiyê re kirin.

Di greva birçîbûnê ya ku ji çar parçeyên Kurdistanê welatî beşdarbûyîn de bê navber belavok tên belavkirin.

Parlamenterên berê yên HDP’ê Besîme Konca, Dîlek Ocalan û Ahmet Yildirim di nava rojê de çûn serdana çalakgeran û serkeftin ji bo çalakgeran xwest.

Parlamenterên berê yên HDP’ê Besîme Konca û Dîlek Ocalan di çalakiyê de axivîn û Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a ku ev zêdetirî meheke di greva birçîbûnê de ye silav kirin. Qisekeran da zanin ku divê tecrîda li ser Ocalan demildest were rakirin.