Greva birçîbûnê ya li Hîldesheîmê di roja 4'an de ye

Li bajarê Hîldesheîmê, greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest pê kir, 3 roj li pey xwe hişt.

Greva birçîbûnê 3'ê Kanûnê dest pê kir û ji gelek beşên civakê welatî serdana çalakgeran dikin.

Di dema çalakiyê de li ser armanca grevê belavok jî tên belavkirin. Hevserokê kCDK-E Yuksel Koç doh serdana çalakgeran kirin.

Koç li serdanê axivî û diyar kir ku mirov êdî nema dikare xwe li tecrîdkirina Ocalan bigirin ku bi rengekî giran tê meşandin. Koç got, ev tecrîd li dijî temamiya gelê Kurd e.

Berdevka TAJÊ Xanê Agal jî bal kişand ser greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlamentera Colemêrgê û got, "Birêz Leyla Guven li dijî faşîzm, zilm û dîktatoriyê bû ronahî. Em berxwedana wê silav dikin."

Çalakgeran her wiha çalakiyên grevên birçîbûnê yên li Ewropayê silav kirin.