Greva birçîbûnê ya li Girtîgeha Edîrne ku Demîrtaş û Zeydan beşdar bibûn bi dawî bû
Grtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Edîrne, ragihand ku di encama hevdîtin û rêyên diyalogê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû.
Grtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Edîrne, ragihand ku di encama hevdîtin û rêyên diyalogê çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû.
Demîrtaş û Zeydan ên HDP’yî têkildarî mijarê peyama şandi bi raya giştî re parvekirin.
Di daxuyaniya ji aliyê girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa E ya Edîrne ve hate dayîn wiha tê gotin:
“Di encama hevdîtinên rayedarên girtîgehê yên bi parlementerên HDP’ê, Platfroma Hiqûqnasên Azadiyê, TOHAV, rêveberên ÎHD’ê û herî dawî bi mere hate kirin, rêyên diyalogê hatin vekirin; rayedarên girtîgehê soza ku wê pirsgirêkan çareser bikin daye.
Di encamê de ji dîroka 31’ê Adara 2017’an û şûnde, çalakiya greva birçîbûnê ya ku 25’ê Sibatê bê dem û dorveger hatibû destpêkirin bi encam bûye. Em spasiya hemû hevalan dikin.
PEYAMA DEMÎRTAŞ Û ZEYDAN
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Salahattîn Demîrtaş û Parlemeterê HDP’ê yê Colemêrgê Abdullah Zeydan ên li heman girtîgehê peyamek ji bo Navenda Giştî ya Partiyê û raya giştî şand.
Peyama Demîrtaş û Zeydan wiha ye:
“Li Saziya Înfaz û Ceza ya Tîpa E ya Edîrneyê, di çarçoveya niyeta baş û rêyên diyaloq û çareserkirina pirsgirêkan ya bi rêveberiya girtîgehê re hate kirin, greva birçîbûnê ya ku 25’ê Sibata 2017’an a bê dem û dorveger hatibû destpêkirin bi encam bû, ji vê yekê me menûn in.
Di serî de bang li midûrên girtîgehên ku hê jî greva birçîbûnê lê didome, Midûrê Giştî yê Girtîgehan û Wezîrê Edaletê dikin ku ji bo bi girtiyên ku greva birçîbûnê didomîn re rêyên diyaloqê vekin û pirsgirêkan çareser bikin, însyatîfê bi kar bûnin, bi girtiyan re di çarçoveya diyalogê de ji bo bidawî kirina gireva birçîbûnê, dewetî berpirsyariyê dikin.
Heta ku li hemû girtîgehên ku greva birçîbûnê dabûn destpêkirin weke Girtîgeha Edîrneyê bi encam bibe raya giştî dewetî hestyariyê dikin, Em spasiya hiqû û saziyên mafê mirovan û parêzerên ku di vî warî de kar kirine dikin. Spasiya hemû gelên xwe dikin ku piştgiriya xwe kêm nekirin.