Greva birçîbûnê ya li Berlînê di roja 5'an de ye

Greva birçîbûnê ya li Berlînê ku ji bo qedandina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi 19 kesan dest pê kir, di roja 5'an de ye. Bi beşdariya çalakgeran, li ser mijara 'tundiya li jinê' semînerek hate dayin.

Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJK-E), 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna Navneteweyî ya li dijî Tundiya li Jinê, bi navê "Tundiya li ser jinê polîtîk e, dibe ku bihata serê te jî" dest bi kampanyayekê kiribû.

Di çarçoveya kampanyayê de li paytexta Elmanya Berlînê semînerek hate lidarxistin. Semîner li komeleya NAV-DEM'ê pêk hat û tevî çalakgeran gelek Kurdistanî tevlî bûn. Siyasetmedara Kurd Jînda Nûrhak li ser şîdeta li jinê û karê tevgera azadiyê ya Kurd a li dijî şîdetê pêşkêşiyek kir.

Greva birçîbûnê ya li komeleya NAV-DEM'ê bi beşdariya 19 aktîvîstan di roja 5'an de dewam dike. Parlamenterê Eyaleta Berlînê Hakan Taş serdana çalakgeran kir û piştgirî da wan. Komîteya Amadekar a Greva Birçîbûnê diyar kir ku bi beşdariya çalakgeran wê gelek aktîvîte bên lidarxistin.

Çalakgerên greva birçîbûnê wê îro saet 13'an serdana partiyên ku li Meclîsa Eyaleta Berlînê komên xwe hene, bikin. Saet 15'an jî bi pêşengiya çalakgeran wê li ber Meclîsa Federal mîtîngek bê organîzekirin.