Greva birçîbûnê di roja 21'ê de ye

Greva birçîbûnê ya ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan rabe dest pê kirî di roja 21'ê de bi koma 5'an didome.

Greva birçîbûnê ya ji bo ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe û dawî li binpêkirinên li girtîgehan wer ji hêla gitiyên PKK'ê û PJAK'ê ve dest pê kirî di roja  21'ê de bi koma 5'an didome.

Girtiyan di daxuyaniya xwe de gotin, "Tekane armanca greva birçîbûnê ya ku girtiyên PKK'ê û PAJK'ê li hemû girtîgehan dane destpêkirin, ne tenê rakirina tecrîdê ye, di heman demê de azadkirina Rêberê me ye. Heta ku Rêberê me azad bibe, em ê çalakiya xwe bidomînin. Em li ser vê mijarê bang li tevahiya raya giştî dikin. Bila destekê bidin çalakiya me.''