GOTAR- Ji Hakî’yan, heya Hindistan û Ekîn'an

Gelê Kurd û jinên Kurd, heya ku ewladên mîna Hindistan û Ekîn mezin bikin, wê hê demeke dirêjtir têkoşîna azadiyê birêve bibin, wê şoreşên hê mezintir pêk bînin û faşîzm jî wê hê xurttir wenda bike

Ji 18’ê Gulanê re çend roj man. 18’ê Gulan, salvegera şahadeta rêberên mezin û şoreşger Îbrahîm Kaypakkaya û Hakî Karer'in. Îbrahîm Kaypakkaya li Amedê di 18’ê Gulan sala 1973’an de bi îşkencê, Hakî Karer jî li Dîlokê di 18’ê Gulana sala 1977’an de hatin qetlkirin. Diyardibe ku şoreşa Tirkiyeyê, ji Mahîr, Denîz, Îbrahîm û heya Ûlaş Bayraktaroglû'yan artêşeke şehîdan avakirin û şoreşa Kurdistanê jî, ji Hakî Karer heya Hindistan Penaber û Ekîn Denîz’an artêşeke qehremanan afirandiye. Liser vê bingehê, di salvegera 44’mîn ya şahadeta rêber û şoreşgerê mezin Îbrahîm Kaypakkaya û şehîdên destpêka Gulanê Denîz, Mahîr,Yûsûf,Huseyîn û heya şehîdê dawî Ûlaş Bayraktaroglû re tevahiya şehîdên Şoreşa Demokratik a Tirkiyeyê bi rêz û bi hûrmet bibîrtînin. Dîsa di salvegera 40’mîn a şahadeta rêber û şoreşgerê mezin Hakî Karer û di kesayeta Hakî, Hindistan û Ekîn de tevahiya şehîdên Tekoşîna Azadiya Kurdistanê birêz û bihûrmet bibîrtinin. Lewra em Sûnd û peymana xwe ya serketina armancên wan şehîdên mezin, dubare û nû dikin.

Hakî Karer, ji navçeya Ordu, gûndeke nêzî Ulubeyê ji dayik bûye û weke zarokek Deryareş mezin bûye. Rêber Abdullah Ocalan jibo Hakî Karer ; "Zarokê Deryareş yê xerabnebûye " pênasa dike. Yanî xwe ji sistema deshilatdar-dewletparêz dûrxistiye û nexwazim jî, ji qirêjî û zengara sistema modernîteya kapitalist parastiye. Ev rastiye jî nîşan dide ku civakîbûn û gelperwerî di kesayeta xwe de bi her awayê parastiye.Lewma yên ku bingehên Tevgera Azadiya Kurdistan PKK’ê avêtin û damezrandin, kesayetên wisa civakparêz û gelperwer bûn.

Hakî Karer li Ordu’yê piştê dibistana amadeyî, sala 1971-72’an de li Zanîngeha Enqerê di beşa Fakûlteya Zanistiyê de dest bi Matematikê dike. Li gel hevalê xwe Kemal Pîr, ku ji dibistana amadeyî ve nas dike, di navbera Emek û Bahçelievlerê de bi hevre li malekê xwendevanan de diman. Bi Rêber Abdullah Ocalan re li vê malê, di meha Mijdara sala 1972’an de hevdû nasdikin û carekdin jî ji hevdû qût nabin. Rêber Abdullah Ocalan piştî ku ji girtîgeha Mamakê derket,bi riya navnîşana hevaleke girtîgehê,yekser diçe Hakî Karer û Kemal Pîr dibîne.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi afirandina teoriya Şoreşa Azadiya Kurdistan û pêkanîna wê ya xeta bîrdozî-politîk re dema ji şoreşê re rêbertî dikir, Hakî Karer jî jibo afirandina rêxistin û çalakiya vê şoreşê re pêşengtî dikir.
Rêber Abdullah Ocalan ji ber vê sedemê digot; Hakî Karer "Weke Rihê min yê veşartiyê" bû. Li Dîlokê di 18’yê Gulana sala 1977’an de dema ku şehîd bû wiha got; "Mîna ku di ser serê me de avakelî hatibe rêjandin pejinîm" Rêber APO hertim gotiye; PKK ji ber bîranîna Hakî Karer bûye rêxistin û berxwedana çekdarî, ku 40 sal in dewam dike jî, bûye çalakiya tolhildana vê û ji tevahiya qetliyaman. Jibo Hakî Karer dibêje; "Nexwar bi hevalê xwe da xwarin, li xwenedikir li hevalên xwe dikir, xwarin û cilên herî xweş dida hevalên xwe, ewî cilên kevn û qirêj dişûşt û tamîr dikir û lixwekirina wan esas digirt". Rêbertiyê Hakî wiha bilêvdikir; "Berî herkesê çantê xwe da pişta xwe û bêy ku binase, ber bi xaka Kurdistanê ve çû, bi bargiriyê hem xwe hem jî rêxistina xwe dida jiyîn"

Gelo piştî van hevokan tiştekdin dikare were gotin? Bi eşkere diyare ku li holê ne tenê insan,milyaketek heye. Li beramberê hevrêyên xwe, Rêbertî û doza xwe miroveke mîna milyaketan, dema tekoşîna li dijî faşîzm û mêtingehriyê de jî weke şêrekê tevdigeriya û beriya herkesê diçû qada tekoşînê, ji herkesê bêtir kar û berpirsyariyên zor û zehmet hildigirt. Başe çima? Jiber ku jiyan di azadî û demokrasiyê de didît, baş dizanî ku  rizgariya gelên Tirkiyeyê, encex bi azadiya gelê Kurd te pêkwere. Lewma, berî herkesê Rêbertî û zanistiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ferqkir, famkir û ji wî bawer kir. Bi vî rengî dibe Apogerê yekem yê di dîrokê de.

Baş têzanîn ku têkiliyên di navbera Rêber Abdullah Ocalan û Hakî Karer de, hêman û pîvanên rêxistin û jiyana PKK’ê, destnîşan dikirin.Liser bingehê van hêman-pîvanan gelek kesan  xwe perwerde kirin û bi dehezaran militanên azadiyê derketin holê. Loma di hindûrê van 40 sal in berxwedana azadiyê de, artêşek nêzî 30 hezar şehîdên qehreman  pêktê hatiye afirandin. Tevahiya van şehîdan jî her mîna Hakî Karer, li beramberê heval û hogirên xwe heskiriyên herî mezin yên insan bûn û li dijî dijmanan jî şûra herî tûj bûn!

Em dibînin ku meşa qehremaniyê, ku 40 sal berê di meha Gulanê de destpêkir, di vê Gulanê de jî bi biryarbûneke mezin dewam dike.Gelê Kurd li çar beşên Kurdistanê de tekoşînek mezin ya azadiyê birêve dibin û her roj ciwanên Kurd şehîd dikevin.Di nava hinek rojan de, hejmara şehîdan carna digehêje deh’an û Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê di 40 saliya her rojên meha Gulanê de jî şehîdên nû didin.Bêgûman di rojame ya îro de tevahiya van şehîdan, temsîla Hakî’yan dikin û Heki’yên rojame ne.

Ji van şehîdan, du zarokên Gelê Kurd yên firîşte, Hindîstan Penaber û Ekîn Denîz in. Hindistan tevî ku li Botanê hatîbe dinê jî, li Dersîmê şehîdbûye, Ekîn jî li Êlihê hatiye dinê, lê li Rihayê şehîd ketiye.Her mîna Hakî Karer, divê em van herdû jinên Kurd yên dilêr û qehreman baş nasbikin û fam bikin. Çawa ku Hozan gotiye, di temen û heyameke herî baş ya jiyîna wan ciwanan de, rastiya ku wan berbi "Mirinê" dibe, divê rast werî nirxandin û lêpirsîn kirin.
Ya rast, ne ber bi mirinê, ber bi jiyana azad û mirovane ve diçin û jiyanek wisa diafirînin. Jiber ku cesûr û fedekarin, berdêla jiyanek azad û mirovane didin!

Hindistan Penaber, piştî ku li Botanê hate dinê,di zarokatiya xwe de neçar ma ku warên xwe biterikînin û li welatê xwe de li Mexmûrê mîna koçberekê mezin bû. Li Maxmûrê di nava derdora Kurdên azad te xwe perwerde kir û kesayeta xwe ya îro qezençkir.Piştî Cîhan û Kurdistanê, dema rewşa gelê Kurd û zilma liser Jinê dît û fam kir, xwe di nava refên Tevgera Azadiyê de dibîne. Jixwe li cîhek din nabe û stûyê xwe jî li hember zilm û koledariyê netewandiye. Dema ku hevalên wê jibo azadiyê şer dikin û şehîd dikevin, wê li cihê xwe rawestandin qebûl nekiriba û jiyaneke cûde jî ti caran nepejirandiba.

Hevrê Hindistan, di temenê xwe yê ciwan de di nava refên tevgera azadiyê de cîh girtiye, kar û xebatên ku girtiye jî  bi serkeftî encam dane.Demeke dirêj di yekîneyên gerilla de Şervantî kiriye,tevlî perwerdeyan bûye û di encam de bûye Gerillayek mezin. Êdî ew şervaneke azadiyê yê YJA-Starê ye. Piştre li qada çapemeniyê, xebatên ajîtasyon û propagandayê de cîh digre.Mîna dengê şirîn û bihêz yê gerillatiya Jinan derdikeve pêş. Çiya bi çiya, yekîneyên hevrêyên xwe digere û rastiya Gerilla ji gel û ciwanan re dide nasîn.Lewra êdî ew ajîtator û propagandagerek e.Bi çêkirina dehan bernameyên gerilla, civakê perwerde dike. Dema ku ev jî têra nakin an jî baweriya tiştên ku hatine kirin têra dikin,vê carê jî berê xwe dide Dersîmê. Jibo avakirina welatek azad, ji Botanê heya Dersîmê, hemû zor û zehmetiyan hembêz dike û hebûna xwe di vê riyê de diyarî dike. 

Ekîn Denîz li Êlihê ji dayik bûye û tevî ku li metrepolan mezin bûye jî, piştî ku zilm û asimaîlasyona liser Kurdan fam kiriye, yek jê van jinên Kurd yên qehremane ku tevlî refên tevgera azadiyê bûye.Hevala Ekîn jî li hemberê zor û zehmetiyan bi dilêrî liberxwe daye û hemû berpirsyariyên xwe jî bi rûhê milîtanek azadiyê birêve biriye, bûye firîşteya azadiyê. Bi gotina; eger me dest bi xebatek mezin û dîrokî kiriye, wê demê divê ya herî baş û rast were kirin, bûye şûra azadî û pivana milîtaniya YJA-Starê.

Ekîn û Hindistan jî weke Hakî Karer, nexwarine lê dayîne xwarin, lixwe nekirine lê cilên herî baş li hevalên xwe kirine,du mirovên cesûr û fedekar, ku kar û xebatên herî zehmet kirine, dû evîndarên azadiyê, dû dildarên Gel û Rêbertiyê, dû hevrê û mirovên pîroz, dû dilên mezin yên azad! Gelê Kurd û jinên Kurd, heya ku ewladênmîna Hindistan û Ekîn mezin bikin, wê hê demeke dirêjtir tekoşîna azadiyê birêve bibin, wê şoreşên hê mezintir pêk bînin û faşîzm jî wê hê xurttir wenda bike. Divê herkes vê rastiyê wisa bizanibe û van herdû jinên Kurd yên şoreşger  baş nasbikin. Liser vê bingehê van hevrêyên peqrewan, bi rêz û bi hûrmet bibîrtînin û dibêjin; hûn bi rehed birazin, ala ku we hildigirt wê hertim li herî jor ba bide û armancên we jî wê biserkevin!...

ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA