Goreke komî ya Êzidiyên hatin kuştin li Mûsilê hat dîtin

Goreke komî ya Êzidiyên hatin kuştin li Mûsilê hat dîtin

Li herêma Zumar a Mûsilê goreke komî ya ku bi dehan cenaze têde bû hat dîtin. Hat diyar kirin ku cenaz aydê Êzidiyên ku hatine înfazkirinê ne.

Gora komî li gundê Barzank ê 5 km dûrî herêma Zumar e, di 9’ê Îlonê de danê nîvro hat dîtin.

Li gorî buroya çapemeniyê ya YNK'ê PUKMedîa, berpirsê Mûsilê Xiyas Surçî da zanîn ku ji bo tespîtkirina cenazeyan ji Duhokê ekîbeke pispor hatiye şandin û hat hînbûn ku ji roja Sêşemê de 14 cenaze hatiye derxistin. Hate destnîşan kirin ku di nava van de zarokên ku temenê wan di bin 15’yî dene jî hene. Rayedarên YNK’ê da zanîn ku tê texmînkiriin ku ev Êzidiyên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine qetilkirinê ne.

Televîzyona Press Tv ya Îranê jî da zanîn ku li herêma Hamîdat goreke komî derketiye holê.Televîzyona  Îranê got di vê gora komî de nêzî 500 cenaze hene û hat îdia kirin ku ev cenaze aydê kesên li girtîgeha Baduş ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine dîl girtinê ne.