Gora Erefat roja Sêşemê tê vekirin

Gora Erefat roja Sêşemê tê vekirin

Di çarçoveya lêpirsîna zelalkirina sedema mirina serokê Filîstînê Yaser Erefat, hate ragihandin ku, dê roja Sêşemê gora Erefat vekirin û ji ceset mînakê bigirin.

Erefatê ku di sala 2004’an de li nexweşxaneya ya Fransayê di cih de nerihet bû û di nava mehekê de jiyana xwe ji dest da, li ser îdîayên hatiye jehir kirin, dê gora serokê Filîstinê vekin. Di çarçoveya lêpirsînê de dê pisporên tiba edlî ya Swîsre, Fransa û Rûs mînakan ji cenazeyê Erefat bigirin.

Çav li rê ye ku, dîsan heman rojê ango Sêşemê cenazeyê Erefeta bi merasimekî leşkerî dîsan defin bikin. Li gorî daxuyaniyên rayedarên Filîstînê dê merasim ji çapemeniyê re girtî pêkwere.

Rêveberiya Filîstinê demek dirêj bû îdîa dikir ku, ji ber sedema çandî û olî qebûl nedikirin ku gora Erefat bê vekirin û mînak jê bê girtin.

Piştî ku di laboratuwarek ya Swîsreyê de li ser cilên Erefat şopên polonium-210 hatin dîtin rêveberiya Filîstinê helwesta xwe guhertin.