Girtiyên siyasî yên li Tîpa Y a Çorlûyê li hucreyên yek kesî têne hiştin

Parêzerên OHD'ê piştî serdana li Girtîgeha Tîpa Y a Çorlûyê kirin, ragihandin ku kiryaren kêfî li girtiyên siyasî têne kirin.

Hate diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa Y a Çorlûyê ya li Tekîrdagê girtî rastî pêkanînên keyfî yên îdareyê tên. Parêzerên endamên Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) yên serdana girtîgehê kirin, da zanîn ku girtî jî bi şertên hikumxwariyên ku cezayê hefsê yê muebedê yê giran wergirtine re tên ragirtin (Di hucreya yek kesî de). Parêzeran diyar kirin ku girtiyên siyasî yên di blokên ji hev cuda de tên ragirtin, bi girtiyên ji doza FETO û DAIŞ’ê girtîne re tên ragirtin, paceyên hucreyên wan bi têlan hatine girtin û hundir bêhewa hatiye hiştin.

Parêzeran têkildarî mijarê ev agahî parvekirin: “Di van qawişan de girtiyên nexweş ên hêviya wan a berdanê nîne û cezayê hefsê yê muebeda girankirî heye.  Her wiha girtiyê bi navê Cûma Topaloglû tevî ku nikare bi tena serê pêdiviyên xwe pêşwazî bike jî di hucreya yek kesî de tê ragirtin.”