Girtiyên siyasî têne tecrîd kirin

Girtiyên siyasî têne tecrîd kirin

31 girtiyên ji doza PKK'ê yên piştî çalakiya greva birçîbûnê ya 68 rojan berdewam kir û bi hinceta tevlî çalakiyê bûn sirgûnî 1'emîn Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin kirin rastî tecrîdê tên û bi girtiyên edlî re derdixin hewşê.

Hate ragihandin 31 girtiyên ji doza PKK'ê yên sirgûnî 1'emîn Girtîgeha Tîpa T a Tekîrdagê hatin kirin rastî tecrîdê tên. Hate zanîn ku, girtî li girtîgehê di koguşên 7 kesî de tên girtin û bi girtiyên edlî re derdixin hewşê û ev yek şermezar kirin. Ji ber vê yekê 2 mehin girtiyan dernaxin hewşê. Girtî jî bi armanca şermezarkirina vê yekê dernakevin hevdîtina telefonê.

Girtiyan daxwaza 4 qawişan bînîn cem hev û bi hev re derbixin hewşê û heke daxwaza wan pêk neyê dê çalakiyên xwe berdewam bikin. Hate ragihandin ku, malbatên 31 girtiyan ji ber li bajarên cuda ne û rewşa wan a aborî nebaşe nikarin bên hevdîtinê.