Girtiyên nexweş ên li Aksarayê nabin nexweşxaneyê

Girtiyên bi navê Ahmet Goksu û Nusret Kaya yên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê diyar kirin ku ew nebirine nexweşxaneyê û dermanên wan dereng hatine dayîn.

Ahmet Goksu û Nusret Kaya yên li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê tên girtin, di hevdîtinên xwe yên bi telefonê de ji malbatên xwe re qala bêhiqûqtiya li ser xwe kirin. Girtiyan diyar kirin ku bi taybetî ew nebirine nexweşxaneyê û dermanên ku li nexweşxaneyê hatine nivîsandin, dereng hatine dayîn.

‘NABIN NEXWEŞXANEYÊ, PIŞTÎ 20 ROJAN DERMANAN DIDIN ME’

Ahmet Goksu ê li Girtîgeha Tîpa T a Aksarayê girtiye diyar kir ku ji êşa qirikê ew çûye revîrê lê bijîşkê li revîrê ji dêvila ku sewqa wî ya nexweşxaneyê bike, demeke dirêj sewqa wî nehatiye kiri. Goksu diyar kir piştî 20 rojan derman dane wî.

Malbata Goksu jî diyar kir ku rêveberiya girtîgehê pêkanînên xwe yên keyfî û zextên psîkolojîk zêde kirine û cezayê mayîna di hucreya yekkesî de li gelek girtiyan hatiye birîn.

Girtiyê li heman girtîgehê Nûsret Kaya jî qala heman pirsgirêkan kir. Malbata Kaya diyar kir ku Kaya nêzî du salan li bendê ma ku biçe nexweşxaneyê û hê nû ew birine nexweşxaneyê. Malbatê her wiha diyar kir ji ber ku ew li Îdirê dijîn xwestine Kaya sewqî Îdirê were kirin lê bi tu awayî encam bi dest nexistine.