Piştî girtiyan dawî li çalakiya greva birçibûnê anîn, 2 roj şûnde girtî rakirin nexweşxaneyê. 21 girtiyên Girtîgeha Kandirayê bi kelepçeyan birin nexweşxaneyê û piştî 6 demjimêran bi kelepçeyan rawestandin bêyî ku wan derman bikin paşve vegerandin girtîgehê.
Rêxistina BDP'ê ya Kocaeliyê piştî girtiyan dawî li çalakiye anî û şûnde, derbarê dermankirina girtiyên Girtîgeha Tîpa hêjmar 1 û 2 yên Kandirayê civîna çapemeniyê pêk anî. Civîna çapemeniyê li avahiya BDP'ê pêk hat. Di civînê de Sekretera ÇHD'ê Kocaelî Nuray Yilmaz û xizmên girtiyan amade bûn. Serokê BDP'a Kocaeliyê Mehmet Alçinkaya diyar kir ku, piştî girtiyan dawî li greva birçîbûnê anîn, girtiyên Girtîgeha Tîpa F ya hêjmar 1 û 2 yên Kandirayê li gorî protokolan tev nagerin.
Alçinkaya anî ziman ku, piştî dawî li grevê anîn tenê 8 kes ji Girtîgeha Tîpa F ya Hêjmar 1 û 2 yên Kandirayê rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Îzmît Sekaye û wiha got: "22 kesên din jî li ser hewldana me duh rakirin nexweşxaneyê. 22 girtiyên koma destpêkê û duyemîn duh bi kelepçeyan birin nexweşxaneyan. 21 girtiyên ku bi şev birin nexweşxaneyê kelepçeyên destê wan venekirin. 6 demjimêran bi kelepçeyan li odeyê hatin hiştin. Bêyî ku wan derman bikin ew dîsa birin girtîgehê. Hate diyarkirin ku, tenê girtiyê bi Nazmî Dogan derman kirin.
Sekretera şaxa ÇHD'ê ya Kocaeliyê Nuray Yilmaz jî anî ziman ku, wan li gel heyeta TTB'e hevdîtin pêk anî û 30 girtiyên ku rewşa wan krîtike nayên dermankirin. Yilmaz da zanîn ku tenê 8 girtî rakirine nexweşxaneyê û girtiyên din ên birine nexweşxaneyê jî bêyî ku wan derman bikin dîsa paşve vegerandine û wiha got: "Me bi TTB'ê re hevdîtin pêk anî û nûnerên TTB'ê anîn ziman ku dermankirina 21 girtiyan nehatiye kirin û ew perî parêzeran jî nikarin bi girtiyan re hevdîtin pêk bînin.