Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ya Boluyê yên dawî li greva birçîbûnê anîn, yên di koma yekemîn û duyemîn de ligel mînakên xwîna wan hatin girtin nayên dermankirin. Xizmên girtiyan jî diyar kir ku, talukeya jiyanê didome û banga bihîstiyariyê kirin.
Girtiyên li Girtîgeha Tîpa F ua Boluyê yên dawî li greva birçîbûnê anîn yên di koma yekemîn û duyemîn de nayên dermankirin. Xizmên girtiyan ji DÎHA'yê re axivîn û diyar kirin ku, piştî çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bû minakên xwînê yên girtiyan girtin lê hêj dermankirina wan nehatiye destpêkirin. Xizmên girtiyan anîn ziman ku, talukeya jiyana girtiyan berdewam dike û girtîn nebirin nexweşxaneyê tenê şorbeyê didinê û doktorê girtîgehê jî berê xwe nade girtiyan.