Girtiyên di zindanan de: Em agirê di zindanan de geş bikin!
3 girtiyên ku 45 roj in li hemberî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne banga ‘Em agirê li zindanan a ji bo jiyana azad geş bikin’ kirin.
3 girtiyên ku 45 roj in li hemberî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne banga ‘Em agirê li zindanan a ji bo jiyana azad geş bikin’ kirin.
Ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd 282 girtiyên di zindanan de 45 roj in di greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Sadettîn Yaşar, Tûran Gunana û Mesût Atiş ên di Girtîgeha Tîpa ya Nimreya 2’an a Kandirayê de di 17’ê Kanûnê de dest bi greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger kiribûn, bi rêya malbatên xwe peyamek şandin.
‘RÊBERTÎ DENGÊ MIROVAN E’
Di peyamê de hate diyarkirin ku Rêbertî dilê Kurd û mirovayetiyê ne. Di peyamê de ev tişt jî hatin diyarkirin:
“Rêbertî 20 sal in li dojeha Îmraliyê di çarmîxê de ye. Ma êdî ne bes e? Em ê heta kîngê vê zilm û zilmkariyê qebûl bikin. Rêbertî dengê azadîxwazan e. Rêbertî dengê mirovayetiyê ye. Hêzên emperyalîst û mêtinger dixwazin Rêbertî bêdeng bihêlin lê divê bizanibin ku Rêbertî giyanê Kurdistanê ye. Ji ber vê jî peywira me ev e ku em xwedî li Rêbertî derkevin.
Em bi biryara xwe dixwazin vî tiştî nîşan bidin. Heta ku Rêbertî di warê fîzîkî de azad nebe, em ê berxwedana xwe bikin mûm û em ê rêya gelê xwe vekin. Berdêla wê çi dibe bila bibe, gotina me ev e ‘Yan azadiya Rêbertî, yan jî azadiya Rêbertî.’ Îroj divê em ji hemû cîhanê re bibêjin ku em jiyana bê Rêbertî qebûl nakin. Îroj roja xwedîlêderketina jiyana hevpar e.
Em bang li hemû gelê Kurd, azadîxwaz û malbatan dikin. Em agirê mûmê ya ku girtiyan di zindanan ve vêxistine, bi berxwedana xwe geş bikin. Divê em wî agirî geş bikin ku ew agir hemû cîhanê ronî bike.”