Girtiyê nexweş Kaya dîsa birin girtîgehê

Girtiyê nexweş Sabrî Kaya yê ku di encama krîza dil û xwîn rijayî li ser mejiyê wî, rakirin nexweşxaneya dewletê ya Osmaniyê, piştî 10 rojan tedawî dît dîsa birin girtîgehê.

Sebrî Kaya yê li Girtîgeha Hajmara 2 a Tîpa T a Osamaniyê, 25’ê Adarê di encama krîza dil û xwîn rijana li ser mejiyê wî de rakirin nexweşxaneya dewletê ya Osmaniyê, hate zanîn ku piştî tedawiyê disan birin girtîgehê. Diyarkirin ku Kaya ji duh hata niha li revîra Girtîgeha Hejmara 2 a bi Tîpa T a Osmaniyê tê girtin.

Keça girtiyê nexweş Kaya, Dîlan Kaya anî ziman ku bavê wê duh dîsan birin girtîgehê. Her wiha got ku bi bavê xwe re bi telefonê axiviye û dengê wî pir nexweş dihat.

Parêzerê Kaya Şiar Rişvanoglû, bi daxwaza paşdexistina înfazê serdana dadgeriya înfazê ya Osmaniyê kir.