Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweşê pençeşêrê yê bi navê Îrfan Eskîbag ê li 2. Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê dihate girtin jiyana xwe ji dest da.
Hate ragihandin ku girtiyê nexweşê pençeşêrê yê bi navê Îrfan Eskîbag şevê din saet di 01.00'an de li 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê jiyana xwe ji dest da. Hate hînbûn ku dê cenazeyê Eskîbag îro bibin Saziya Tipa Edlî ya Keçîorenê. Eskîbag dema li Girtîgeha Tîpa F a Boluyê diman teşhîsa nexweşiya sarayê lê hatibû kirin ji bo bê dermankirin di çileya 2011'an de sewqî Enqere hatibû kirin û ji 2'yemîn Girtîgeha Tîpa F a Sîncanê gelek caran ji bo demankirinê diçû nexweşxaneyê. Eskîbag di hezîrana 2011'an de li Nexweşxaneya Numune ya Enqere teşhîsa nexweşiya pençeşêrê ya pankreas lê hate kirin. Piştî Eskîbag hate ameliyatkirin dermankirina işin û kemoterapiyê dît. Eskîbag ê 41 salî 10 sal bûn di girtîgehê de dihate girtin û herî dawî li nexweşxaneyê 3 rojan hatibû dermankirin.
Hate hînbûn ku doktoran ji bo Eskîbag raporên "Divê ji girtîgehê derbikeve" dan û raporên wî ji Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê re hatin şandin û lê hêj tu bersiva wan nehatiye dayîn.
Girtiyê bi navê A. Hamît Babat di 4'ê gulanê de di nameya şandî de diyarkiribû ku rewşa Îrfan Eskîbag gelek girane û rojên xwe yên dawî dijîn gotibû.