Girtiyê nexweş Hadî Yalçin jiyana xwe ji dest da
Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa T a Edîrneyê dima, jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê li Girtîgeha Tîpa T a Edîrneyê dima, jiyana xwe ji dest da.
Girtiyê nexweş Hadî Yalçin ê ku li Girtîgeha Tîpa T a Edîrneyê bû, jiyana xwe ji dest da. Dema ku agahiya di derbarê mirina Yalçin de ji malbatê re hate ragihandin, malbat ber bi girtîgehê ve kete rê.
Yalçin ê ku bi îdîaya “endambûna rêxistinê” ev 4 sal bû girtî, hate zanîn ku tedawiya kanserê didît û serlêdana ji bo tehliyekirinê hatibû redkirin.
Wê cenazeyê Yalçin li Şirnexê were veşatin.