Girtiyê nexweş Gulgulu 31 sal û 6 meh şûnde ji girtîgehê derket

Girtiyê nexweş Alî Gulgulu 31 sal û 6 meh şûnde ji girtîgehê derket û li ber girtîgehê bi tilîliyan hat pêşwazîkirin.

Alî Gulgulu yê di Girtîgeha Hejmara 1 a Amedê de piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket. Gulgulu ku di sala 1993'yan de li navçeya Silopiya ya Şirnexê di avêtina ser malê de hatibû girtin, piştî 40 rojên di îşkebceyê de ji aliyê Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Amedê ve bi îdiaya "xerakirina yekpareyiya dewletê" cezayê muebedê lê hat birîn. Ji ber ku bi hinceta eşyayên qedexe xistiye hundirê girtîgehê sal û 6 meh ceza li Gulgulu hatibû birîn. Ji ber vê bavê 7 zarokan Gulgulu piştî 31 sal û 6 mehan ji girtîgehê derket.

Gulgulu ku di lîsteya girtiyên nexweş a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de bû, li ber girtîgehê ji aliyê endamên TÛAY-DER a Şaxa Amedê û hevalên xwe yên girtîgehê û malbata xwe ve hat pêşwazîkirin. Gulgulu piştî bi tilîlî û çepikan hat pêşwazîkirin ber bi Mêrsînê cem malbata xwe ve bi rê ket.