Girtiyê nexweş Akan hat tehliyekirin

Girtiyê nexweş Akan hat tehliyekirin

Girtiyê nexweş Osman Akan (52) ê nexweşê pençeşêra qirikê ye, hat tehliyekirin.

Osman Akan ê 52 salî ku berî niha bi salekê li Amedê hat girtin 25 roj in ji bo tedawiyê sewqî Girtîgeha Tîpa F Hejmar 2 a Sîncarê  ya Enqereyê kirin. Ji bo Akan ê li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê tê dermankirin ku serlêdana tehliyeyê li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin bi sedema “Tedawî di rewşa girtinê de jî dikare pêk bê” hatibû redkirin.

Piştî biryarê 4’ê Îlonê di heman roja serlêdana îtirazê ya li 3. Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hat kirin bi gotina “tedawiya bersûc ji aliye dewletê ve tê kirin” biryarek skandal hatibû dayîn.

Li ser vê yekê parêzerê Akan serî li dadgeheke bilindtir dabû û daxwaza tehliyeyê kiribû. Dadgehê bersiva erênî da serlêdana îtirazê û biryara tehliyeya Akan da.

Akan ê li di koxuşa mehkûman a li Nexweşxaneya Numune ya Enqereyê de tê ragirtin, derxistin odeya nexweşan û hat ragihandin ku tedawîbûna wî didome.