Girtiyê bi navê Înan Şîmşek ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ye
Girtiyê bi navê Înan Şîmşek ê li Girtîgeha Bûrhaniye ya Balikesîrê tê ragirtin, ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ye.

Girtiyê bi navê Înan Şîmşek ê li Girtîgeha Servekirî û Girtî ya Tîpa C a Bûrhaniye ya Balikesîrê tê ragirtin, ji ber ku ji girtîgeheke girtiyên siyasî lê tê ragirtin nehatiye şandin, ev 10 roj in di greva birçîbûnê de ye. Şîmşek ev çalakiya xwe bi rêya malbata xwe ji raya giştî re ragihand.
Serokê TAYD-DER Şaxê Îzmîrê Mûsa Karbadag der barê mijarê de adxuyaniyek da û anî ziman ku hikûmeta AKP'ê polîtîkaya veguhastin û sirgûnê li dijî girtiyan weke çekekê bikar tîne.
Karbadag diyar kir ku rewşa Şîmşek piştî hevdîtina parêzeran a pê re wê zelal bibe û wê raya giştî piştî vê hevdîtinê agahdar bikin.