Girtiyan ji bo Êzidiyan kampanya dan destpêkirin

Girtiyan ji bo Êzidiyan kampanya dan destpêkirin

Girtiyên siyasî yên li hemberî her cure îxlal û bêhiqûqiyan têdikoşin, bi derfetên kêm û di nav şert û mercên zor de jî dersa mirovatiyê didin, ji bo piştgiriya ji gelê Êzidî re kampanyaya alîkariyê dan destpêkirin. Girtiyên nexweş ên tevlî kampanyayeke wiha watedar bûn jî bi mehan e bi hincetên wek, “jenderme nîn in, wesayît nîn in” bi helwesteke derveyî mirovatiyê çûna wan a nexweşxaneyê tê astengkirin.

Girtiyên li girtîgehên Sîncan Hejmar 2 Tîpa F, Amasya, Nevşehîr, Yozgat, Afyon, Dînar, Înebolu, Çankiri û Çorum dimînin, li ser navê piştgiriya ji gelê Şengalê re kampanyaya alîkariya maddî dan destpêkirin. Girtî, pereyên ku malbatên wan ji wan re şandine, ji bo gelê Êzidî rê dikin, bi vî awayî hewl didin tevkariyeke madî bikin û hestyariya berpirsiyartiyê pêş bixin.

Girtiyên siyasî, pereyên malbatên wan ji wan re şandine bi rêya Nûnertiya Enqere ya TUHAD-FED wê bigihênin gelê Êzidî. Hat ragihandin ku kampanya bêdem e. Girtiyan xwestin gel bi Êzidiyan re di nav piştevaniyê de bin û piştgiriyê bidin kampanyayê.

'PÊWÎST E HEMÛ CIVAK HESTYAR BE'

Nûnera Enqere ya TUHAD-FED Hava Ozcan a agahî dan ANF’ê diyar kir ku girtiyên di nav çar dîwaran de xerciya xwe ku ji gelê Êzidî re dişînin xwedî wateyeke mezin e. Ozcan, diyar kir mimkun e ev agir rojekê rojava, başûr û bakur jî bişewitîne û got, "Ev agir dikare her cihî bişewitîne. Lewma em dixwazin mirov piştgiriyê bidin gelê Êzidî û em dixwazin li gel wan bin.”

PIŞTEVANİYA GEL GIRÎNG E

Ozcan got ku bêdengî û sersariya hikûmetê gumaneke cidî çêdike û wiha dewam kir, "Ji lewra ne pêwîst e gelê me ji hikûmeta AKP’ê li benda hêviyên mezin be. Koma hovan a dijminê mirovatiyê DAIŞ, bi piştgiriya Tirkiyeyê ava bû. Ji bo van dijminên mirovatiyê yên evqas komkujî û hovîtî kirin, serokwezîrê îro Ahmet Davutoglu ku got, 'teqîna hêrsê’, jixwe nêrîna Tirkiyeyê ya li hember DAIŞ nîşan dide. Li ser vî esasî ji bo me ya girîng ne hikûmeta AKP’ê, piştgirî û piştevaniya civak û gelan a bi hev re ye.”

'BI MEHAN E GIRTIYÊN NEXWEŞ NABIN NEXWEŞXANEYAN'

Ozcan diyar kir ku girtiyên siyasî yên bi navê 'terorîst' zilmek li devreyî mirovahiyê li wan tê kirin, her tiştên di destê xwe de ji bo gelê Êzidî parve kirin û derseke mirovahiyê dan. Ozcan got, "Girtiyên nexweş nabin nexweşxaneyan. Nêzî 4 meh in bi hincetên mîna 'jenderme nîne, wesayît nîne' ev mirovên nexweş li hucreyan tên ragirtin. Lê Birêz Ocalan mîna her carê berî du rojan jî di hevdîtinê de destnîşan kiribû ku eger pêvajoya muzakereyê can nede girtiyên nexweş, hingî bêwate ye. Ev rewşa ku bi temamî mijareke însanî ye, di pêvajoya çareseriya pirsgirêka Kurd de divê bêyî muzakereyan bi lezgînî were çareserkirin." Ozcan di vê mijarê de bang li Wezareta Edaletê û Hikûmetê kir.

'ÊDÎ BES E'

Ozcan ragihand ku divê girtiyên nexweş ji hucreyên mirinê bên derxistin û got, "Piraniya van girtiyên nexweş bi nexweşiya kanserê ne. Serokwezîrê hikûmeta 62. Ahmet Davûtoglû berî çend rojan dabû xuyakirin ku wê ji bo pêvajoya çareseriyê gavên şênber bên avêtin û pêvajoyê bi biryardarî bê meşandin. Em dixwazin êdî ev daxuyanî bikeve pratîkê. Ev yek jî bi gaveke însanî, bi azadkirina girtiyên nexweş dibe."

LI GIRTÎGEHA NEVŞEHÎRÊ PÊKANÎNÊN KÊFÎ

Ozcan diyar kir ku girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Nevşehîrê nexwestine kamera li odeyên wan bên bicihkirin û kamerayên hatine bicihkirin daxistine, lê rêveberiya girtîgehê der heqê girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê vekirine û ceza li wan biriye.

Ozcan da xuyakirin ku dema ragirtinê ya li girtîgehên li Tirkiyeyê bi cezayên dîsîplînê yên bêwate tên zêdekirin û destnîşan kir ku li Girtîgeha Nevşehîrê tevî sewqa girtiyan derketiye jî ji ber cezayên "dîsîplînê" sewqkirin. Ozcan her wiha da zanîn ku girtiyên dema tehliyeya wan hatiye jî ji ber heman sedemê nayên berdan û anî ziman ku ev pêkanîn îşkence ye.