Girtîgehên Anatoliya Navîn: Mirin, êşkence û binpêkirinên mafan

Di nava 3 mehên dawî yên li girtîgehên Anatoliya Navîn, 62 serlêdanên binpêkirinên mafan hatiye kirin, 2 jê giran 13 girtî jiyana xwe ji dest dan, 17 girtî jî hatine êşkencekirin.

Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê “Rapora Binpêkirinên Mafan a 3 Mehan a Girtîgehên Herêma Anatoliya Navîn” bi civînek çapemeniyê eşkere kir. ÎHD’ê li avahiya xwe civîn lidar xist. Parêzer Omer Farûk Yazmaci yê endamê ÎHD’ê di civînê de axivî û diyar kir ku girtiyan bi nameyan û malbatên girtiyan serî li komeleya wan dane û ew jî li ser vê yekê çûne serdana girtîgehan û rapora xwe wisa amade kirine.

Yazmaci destnîşan kir ku di mehên Çile, Sibat û Adarê de ji girtîgehên herêma Anatoliya Navîn girtiyan bi rêya nameyan û bi rêya malbatên xwe serî li komeleya wan daye û ew çûne serdanê û li girtîgehan girtî di greva birçîbûnê de ne û daxwaza wan ew e ku tecrîda li Îmraliyê rabe û zextên li ser girtiyan bi dawî bibin. 

Yazmaci destnîşan kir ku di 3 mehên sala 2021’an de 13 girtiyan jiyana xwe ji dest daye û 2 girtî ji ber rewşa tenduristiya wan giran bûye jiyana xwe ji dest dane û girtiyek jî piştî hatiye berdan li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest daye. Yazmaci diyar kir ku yek jê zarok 5 girtiyan jî întixar kiriye û dawî li jiyana xwe anîne û 4 girtî jî ji ber Kovîd-19’ê jiyana xwe ji dest dane û girtiyek ji sedî 93 astengdar jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest daye. 

Parêzer Yazmaci anî ziman ku li girtîgehan rayedar xemsar nêzî paqijiyê dibin û ev jî jyana girtiyan dixe bin xetereyê û qawîş qelebalix in. Yazmaci diyar kir ku li girtîgehan 604 girtiyên rewşa nexweşiya wan giran in hene û bi giştî hezar û 605 girtiyên nexweş hene û li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn jî 46 jê girtiyên jin bi giştî 284 girtiyên nexweş hene û 98 jê nexweşên rewşa wan giran e.

Yazmaci anî ziman ku li girtîgehên herêma Anatoliya Navîn 17 girtî bi êşkenceyê û nêzîkatiyên xerab re rû bi rû mane û girtiyên li dijî vê rewşa nebeşa û zextan derdikevin jî wan dixin ber lêpirsînên dîsîplînê.

Yazmaci destnîşan kir ku mafê ragihandinê yê girtiyan hatiye desteserkirin û bi hêceta “wergêr nîne” nameyên Kurdî yên ji girtiyan re tên şandin bi paş ve dişînin.