Girtî li dijî zextan li ber xwe didin

Li girtîgehan berxwedana girtiyan a li dijî zextan dewam dike.

Li Girtîgeha Jinan a Şakranê, girtî li dijî lêgerîna bi tazî li ber xwe didin. Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1. a Bandirmayê jî, gardiyan û girtiyên edlî êrîşî girtiyên siyasî kirin.

Bûyerên li Girtîgeha Jinan a Şarkanê û Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1. a Bandirmayê diqewimin, polîtîkaya hikûmeta AKP'ê li girtîgehan radixe pêş çavan.

GIRTÎ LI BER XWE DIDIN

Rêveberê Komeleya Piştgiriya bi Malbatên Xizmên xwe Winda kirine (YAK-DER) Mehmet Demîr di 4'ê Nîsanê de ji bo hevdîtinê çû Girtîgeha Girtî ya Jinan a Şakranê û di vê hevdîtinê de girtiyên jin ên siyasî jê re binpêkirinên mafên mirovan vegotin. Demîr got, "Li girtiyan lêgerîna bi tazî tê ferzkirin. Girtiyên jin li hemberî vê pêkanîna bêrûmetiyê li ber xwe didin û li deriyan didin. Bi vê çalakiyê re girtî nerazîbûna xwe nîşan didin."

Demîr anî ziman, u heta polîtîkayên bêdengkirin û zextê yên li Şakranê bi dawî bibin, wê girtiyên jin li ber xwe bidin û li hemberî lêgerîna tazî li girtîgehan û binpêkirinên mafên mirovan bang li rêxistinên mafên mirovan kir, ku bi baldarî tevbigerin.

LI BANDIRMAYÊ ZEXT

Li Girtîgeha Tîpa T Hejmara 1. a Bandirmayê jî, girtiyên siyasî bi rêya nameyekê bal kişandin ser pêkanînên kêfî. Girtiyan gotin, "Li Girtîgehê timî lêgerîna tazî tê kirin û dixwazin me bêdeng bikin. Rewşa girtiyên nexweş roj bi roj giran dibe. Girtiyên nexweşiya giran bi wan re heye jî nabin revîreyê."

Girtiyan diyar kirin, îşkenceya li girtîgehan zêde bûye û gotin, "Gartiyan û girtiyên edlî hevkariyê dikin. Gardiyan girtiyên edlî li hemberî girtiyên siyasî sor dikin. Dema girtiyên siyasî derdikevin hewşê, bi hewldanên gardiynan girtiyên edlî êrîşî wan dikin. Bi şûşeyên cam girtiyên edlî êrîşî girtiyên siyasî dikin. Her wiha bi hin bahaneyan nahêlin girtî biçin girtîgehê. Li şûna vê tevlîbûna bi rêya SEGBÎS'ê li ser girtiyan tê ferzkirin."

Girtiyan destnîşan kirin ku ew ê van kiryarên rêveberiya girtîgehê qebûl nekin û heta şert û merc sererast bibin ew ê li ber xwe bidin.