Girtî: Heta daxwaz pêk bên wê berxwedan bidome

Girtiyên PKK’yî û PAJK’ê: Hevdîtin nayê wateye bidawîbûna tecrîdê.  Hevdîtina hatî kirin di nava mercên tecrîdê de hetiye kirin û em vê pêvajoya hevdîtinê wiha dinirxînin. Heta daxwazê bên bicihanîn wê berxwedan bidome.

Li ser navê girtiyên ji 16’ê Kanûna 2018’an ve li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û 15 girtiyên ji 30’ê Nîsanê ve ketine Rojiya Mirinê Deîz Kaya daxuyaniyek da û got: “Berxwedana me ya bi maf û rûmetê bi ser dikeve, ya ji me hatî dizîn, bi zorê hatî standin em ê ji nû ve bidest bixin û bi ser bikevin. Hêvî, ruh û hesta vê berê me da berxwedanê. Di rewşa heyî de faşîzma AKP-MHP’ê tecrîda li ser Rêbertiya me didomîne û ji bo şikandina berxwedana em li nav in, serî li rê û polîtîkayên şerê taybet dide.”

Daxuyaniya girtiyên PKK’yî û PAJK’ê wiha ye:

“Em girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê yên şopdarên xeta Berxwedana 14’ê Tîrmehê, greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger a ji bo bidawîkirina tecrîda mutlaq a li ser Rêbertiya me hatibû destpêkirin bi 15 hevrêyan 30’ê Nîsanê vegerandin çalakiya Rojiya Mirinê bi biryardarî didomînin.

Di rewşa niha de armanca çalakiya me ji aliyê her kesê ve tê zanîn. Tecrîda li ser Rêbertiya me di esasê de li ser gelê me, mirovahî û demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Rayedarên dewleta Tirk eger ku dixwazin di nava welatekî ku bê şer de bijîn, dîsa daxwaza wan a çareseriya pirsa azadiya gelan hebe, navnîşan û muxatabê wê Rêber Apo ye.

TECRÎDKIRINA RASTIYA RÊBERTIYEKÊ YA JI BO GELAN, TÊ WATEYA TECRÎDKIRINA CIVAKÊ

Rastiya Rêberekî bûyî yê gelan, bi kûrkirina tecrîd, dîsa hemû civakê û nirxê wê bixe tecrîdê û nasnake. Ji bo vê em girtiyên PKK’yî û PAJK’ê yên li zindanên Kurdistan û Tirkiyeyê xwedî li hemû civak û nirxên wê derdikevin û bi ruhekî fedayî ji bo jiyana azad a gelan di nava berxwedaneke her demî de ne. Ji ber ku berxwedana bi maf û rûmet bi ser dikeve, Ya bi zorê ji me hatî girtin, em ê bi berxwedanê vegerînin, bi hêvî , ruh û hestê serketinê em ketin berxwedanê.  Di rewşa heyî de faşîzma AKP-MHP’ê tecrîda li ser Rêbertiya me didomîne, ji bo şikandina berxwedana em dikin serî li gelek rê û polîtîkayên şerê taybet dide.

Armanca sereke ya 12’ê Çileyê şandina birayê Rêbertiya me ya Îmraliyê, domandina tecrîdê û bi vê hevdîtinê şikandina berxwedana me bû. Ev bi vekirî derket holê. Ji 12’ê Çileyê heta 2’yê Gulanê bi polîtîkayên şerê taybet ên bi ser birayê Rêbertiya me re ti encamek bi dest nexistin, vê carê jî dixwazin bi hevdîtina parêzeran a li gel Rêbertiya me encamê bigirin û polîtîkayên şikandina berxwedana me ye bi rê ve dibin.

'HEVÎDTIN NAYÊ WATEYA BIDAWÎBÛNA TECRÎDÊ'

Hevdîtina 2’yê Gulanê ya du parêzeran a li gel Rêbertiya me ji berî her tiştî girîng û bi wate ye.  Lê bila bê zanîn ku bi hevdîtineke wiha nayê wateya bidawîbûna tecrîdê. Ev hevdîtina di nava şertên tecrîdê de hatiye kirin, ev vê pêvajoya hevdîtinê wiha dinirxînin. Berê niha bi rêya çapemeniyê heta madeyên ku me ragihandî dîsa ji aliyê wezareta edaletê ve ewlehiya hiqûqê bê dayîn wê berxwedana me bidome. Di nava her şert û mercî de heta tecrîd bi dawî nebe em qet ji berxwedana xwe gav bi şûnde navêjin. Tevî ku madeyên me di raya giştî de ragihandî di Destûra Bingehîn a Komara Tirkiyeyê de heye, nepêkhatina van bingehê edaletê hejandiye û bi kirina takekesî ji serbixwebûnê ketiye. Divê bê zanîn ev berxwedan me ya girtiyên PKK’yî û PAJK’ê ji bo pergala edaletê ya ji hêla dewlet û desthilatdariyê ve hatiye bêrûmetkirin, ji nû ve bibe xwedî rûmetê ye.

Malbatên girtî û bi taybet berxwedana dayikan a ji derve didin vê berxwedana pîroz moral û hzêê dide me. Ji derve dayik li ber xwe didin, li hundir ewladên wan, berxwedan  divê bi me tenê sînordar nemîne. Ji ber ku tecrîd li ser civakê tevê ye. Ji ber vê ye ji derveyî berxwerdanê ti rêyek din nîne.

Em carekî din didin nîşandan bi biryardarî û bi zanabûn em çalakiya xwe didomînin. Heta daxwazên me bên bicihanîn wê çalakiyên me bidomin.

Hemû gelê xwe, parêzvanên mafê mirovan, dîsa akademîsyen, nivîskar, rewşenbîran vedixwînin deng bidin dengê berxwedana me."