Girseya ji bo cenazeyê Kanaran bigire rastî êrîşa polîsan hatin

Girseya ji bo cenazeyê Kanaran bigire rastî êrîşa polîsan hatin

Rojek berê di êrîşa întîxarî ya ku pêk hat de Mehmet Karana jiyana xwe ji des da û cenazeyê Karana dema ku li Deriyê Sînor yê Nisêbîn hat xwestin bê girtin, polîsa bi ava şid û bombeyên gazê êrîşê girseyê kir.

Li bajarê Tirbêsiyê ya Rojava di êrîşa întîxarî de Omer Karana û birayê xwe Mehmet Karana yê YPG’ê jiyana xwe ji dest dan. Malbata Karana ji bo cenazeyê bigire duh çûn bajarê Tirbêsiyê ya Rojava.

Vê sibehê bi hezaran kesî ji bo cenazeyê bigirin çûn deriyê sînor yê Nisêbînê. Malbatê ku tenê cenazeyê Mehmet Karana ku xebatkarê Navenda Çanda Mem û Zîn a Şaredariya Cizîrê bû girtin û xwestin ji deriyê sînor yê Nisêbînê bikevin bakur.

Dozgeriya Nisêbînê bi hinceta ‘Ewlehiya canê min nîne’ xweset cenazê ji bo kar û barên otopsiyê bişîne morga Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê. Girseyê bertek nîşanê vê da û polîsan bi ava şid û bombeyên gazê êrîş kir. Polîsan bi keviran bersiv da polîsan.