Gerîlayê HPG'ê Orûç Ay hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Orûç Ay hat bîranîn
Gerîlayê HPG'ê Orûç Ay hat bîranîn
Yek ji fermandarên HPG'ê Orûç Ay ê di 3'ê Gulana sala 2012'an de li çiyayê Nûrheqê jiyana xwe ji dest da li bajarê Fransa Strasbourgê hat bîranîn.
Merasîma beşdariyê bi beşdariya 200 Kurdistaniyan pêk hat û xuşk û birayên Ay Bese û Îsmaîl Ay her yek ji wan axaftinek kirin.
Bese Ay got, "Ji ku ber lehengên bi vî rengî anîne cîhanê, dayikên Kurd çiqasî bi xwe serbilind be hêja. Li gel vê serbilindiyê, em naxwazin hêstrên dayikên nû birijin, dilên nû neşewitin, lewma emê di têkoşîna aştiyê de cihê xwe bigirin."
Birayê Ay Îsmaîl Ay jî got, "Emê birayê xwe û têkoşîna wî her tim di dilê xwe de jîndar bikin."
Di merasîma bîranînê de siyasetmedarê Kurd Xebat Ocalan jî peyivî û got, "Li hemberî polîtîkayên înkar û tinekirinê, şehîdên me nirxên bêhempa yên têkoşîna azadiya me ne. Emê bi têkoşîna wan re her dilsoz bin."
Di merasîmê de hat destnîşankirin, ku xwedîderketina li bîranîna şoreşgerên di vê rê de jiyana xwe ji dest dane, bi xwedîderketina li Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê dibe.